'Me xwe bi gelê Kocaeliyê da qebûlkirin'
Li Kocaeliyê ku nêzî 80 rêveberên HDP'ê girtî ne, gel ji namzetên HDP'ê bi hêvî ye.
Li Kocaeliyê ku nêzî 80 rêveberên HDP'ê girtî ne, gel ji namzetên HDP'ê bi hêvî ye.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, piştî Trakya û Stenbolê berê xwe da bajarên Kocaeliî û Bûrsayê yên li herêma Marmarayê. Temellî hem tevlî merasîmên buroyên hilbijartinê bûn, hem jî bi dengdêran re fitara xwe vekir.
Di dema serdana Temellî de me jî derfet dît ku bi karker, ciwan û namzetan re biaxivin.
Destpêkê em bi namzetê HDP'ê yê rêza destpêkê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re axivîn. Gergerlîoglû ku doktor e, ji aliyê gelê Kocaeliyê ve baş tê naskirin. Gelê Kocaeliyê bêguman Gergerlîoglû ne tenê weke doktor, her wiha weke parêzvanekî mafên mirovan jî nas dike. Li gorî Gergerlîoglû, ev yek siyaseta ku HDP dimeşîne radixe pêş çavan. Namzeta rêza duyemîn a Kocaeliyê jî Fatma Yildirim. Yildirim jî mîna Omer Farûk Gergerlîoglû li Kocaeliyê dijî. Li Dîlovasiyê ji dayik bû û lê mezin bû.
Yildirim got, ne karekî hêsan bû ku li Kocaeliyê HDP'ê bi gel bidin qebûlkirin û destnîşan kir ku li gel hemû astengî, zor û zehmtiyan jî wan xwe dane qebûlkirin. Yildirim got, "Min bi giranî li Dîlovasiyê kar kir, ku şêniyên wê bi giranî kedkar û xizan e. Em niha li wir xurt in."
Di dema vekirina buroya hilbijartinê ya Kocaeliyê de em li stranbêj Yasemîn Goksû rast tên. Goksû ku bi xwe ji Partiya Kesk û Paşeroja Çep e, anî ziman ku wan bi salan destek dan HDP'ê û ji bo demokrasiyê wê vê desteka xwe bidomînin.
Kocaelî cihek e ku nêzî 80 hezar rêveberên HDP'ê girtî ne, ku hevserokên bajêr jî di nav de ne. Her wiha gelek caran êrîş li avahiyên HDP'ê yên bajêr hatine kirin. Tevî vê yekê jî sê buroyên hilbijartinê yên li sê navçeyan bi coş û kelecaneke mezin a gel hatin vekirin. Di civîna gel de em bi du ciwanan re axivîn û ciwanan diyar kirin ku di vê hilbijartinê de heta niha êrîşeke dijwar nehatiye kirin. Her kes di wê baweriyê de ne ku gel wê bi hêvî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.