Malpera Komîteya Perwerdê ya KCK'ê dest bi weşanê dike
Malpera fermî ya Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi zimanê Kurdî (zaravayên Kurmancî, Zazakî, Soranî) û zimanê Tirkî, îro dest bi weşanê dike.
Malpera fermî ya Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi zimanê Kurdî (zaravayên Kurmancî, Zazakî, Soranî) û zimanê Tirkî, îro dest bi weşanê dike.
Komîteya Perwerdê ya KCK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku malpera fermî ya Komîteya Perwerdê ya KCK'ê îro saet 00:00 dest bi weşanê dike.
Daxuyanî wiha ye;
"Em bi malpera fermî ya Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi we re ne. Di roja 06-02-2018’an saet 00:00’an de malpera me dest bi weşanê dike. Malper weşana fermî ya Komîteya Perwerdê ya KCK’ê ye. Di malperê de, cih ji gotarên zanistî, hevpeyvîn, analîz, daxuyanî û nûçeyên derbarê xebatên perwerdeyê yên li welat û derveyê welat re tê dayîn. Hûn dikarin malpera me li ser lînka; “www.pndk.org” bişopînin.
Malper wê bi zimanên Kurdî (zaravayên; Kurmancî, Zazakî, Soranî), Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilîzî weşanên xwe bike. Di destpêkê de wê tenê bi zimanên Kurdî (Kurmancî) û Tirkî dest bi weşanê bike. Di pêvajoyên pêş de wê cih ji ziman û zaravayên din re jî bê dayîn. Em hêvîdarin ku malper bibe platformeke ku nîqaş, nêrîn û pêşniyar li ser ziman û perwerdeya Kurdistanê bê meşandin. Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi salane ku di bin navê Perwerdeya Netewa Demokratîk a Kurdistanê (PNDK) de xebatên xwe dimeşîne. PNDK xebatên xwe yên perwerdeyê li ser hişmendiya pir zimanî û zimanê dayîkê de dimeşîne. Ziman û netewên ku hene weke dewlemendî dibîne û bi vî awayî xebatên xwe dimeşîne. PNDK xebatên xwe li ser bingehê rêgeza netewa demokratîk dimeşîne. Em bawerin ku bi we re emê xebatên bi bandor bimeşînin."
Lînka malpera fermî ya Komîteya Perwerdê ya KCK’ê wiha ye; www.pndk.org