Malbatên Şehîdan ên li Freîbûrg û Lahrê hatin gel hev

Malbatên şehîdan ên li bajarên Freîbûrg û Lahr ên Elmanyayê dijîn, li hev civiyan û merasîmeke bîranînê lidar xistin.

Merasîm ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a KOMAW'ê ve hat organîzekirin. Bi sedan malbatên şehîdan ên li bajarên Freîbûrg û Lahr ên Elmanyayê dijîn, tevlî merasîmê bûn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrg, Civaka Demokratik a Kurd ya Lahr, Saziya Çanda Elewiyan a Freîbûrg, Nûnerên Mizgefta Selahedinê Eyûbî û Nûnerên Meclîsa Jinan a Nûda yê tevlî merasîmê bûn û merasîm bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Salih Hezexî axivî û got; "Bi navê KOMAW'ê em we hemûyan silav dikîn. Em ê li ser şopa ên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bin."

'ÇAVKANIYÊN RÛMET Û ŞEREFÊ'

Di merasîmê de nûnerên saziyên beşdarî merasîmê bûn axivîn. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş jî li vir peyivî û got; "Windakirina qehremanên bi vî rengî ji bo malbatan gelek zehmet û me dêşîne. Mirovên ku ji bo gel canê xwe feda dikin, ji bo me çavkaniyên şeref û rûmetê ne. Wan ji bo vê tekoşînê canê xwe feda kirin, pêwîste em jî xwedî li mirasê wan derbikevin. Îro li hemû cîhanê tekoşîna me berdewam dike. Me soz dane şehîdan, em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin."

Piştî axaftinan, bi dayîna xwarina xêrê merasîm bi dawî bû.