Malbatên Roboskî 34 can anîn bîra Erdogan
Malbatên Roboskî 34 can anîn bîra Erdogan
Malbatên Roboskî 34 can anîn bîra Erdogan
Malbatên Roboskê di roja 617’an de gotinên Erdogan yên der barê daxuyaniya serok dewletê Rûsyayê Putîn yên ji bo Sûriyeyê gotibûn de, bersivand û got: “Ev sûcekî mirovahiyê ye. Tuyê bi balafiran bombebaran bikî, bikujî ev dê nebe sûc; madeya kîmyewî hebe ev sûc e. Ev çi dirutiye, çi bê wijdaniye. Gelo 34 can ji bo te tê çi wateyê?
Malbatên Robosê ku di di 28’ê Kanûna 2011’an de 34 zarokên xwe di bombebarana balafirên şer yên tirk de wenda kirin di roja 617’an de li dijî bêedeletiyê dengê xwe bilindkirin.
Malbat li ser gorên 34 ciwanên kurd hatin cem hev û got: “Em di roja 617’ê komkujiyê de li huzura canên xwe yên ku wenda kirin, careke din ji daxwaz dikin ku edelet, wijdan û hiqûqa di taritiya Enqereyê de wenda bûye, derkeve holê.
Piştre li ser navê malbatan daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de balkişandin ser daxuyaniya Erdogan ku beriya biçe Zîrveya G20 li balafirgehê daxuyanî çapemeniyê. Di daxuyaniyê de malbatên Roboskê bersiv da gotinên Erdogan yên ji serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn yên derbarê Sûriyeyê re gotibû û got: “Ev sûcekî mirovahiyê ye. Tuyê bi balafirên şer bombebaran bikî, bikujî, ev ne sûce; çekên kîmyewî hebe ev sûc e. Ev wisa nabe. Gelo Serokwezîr komkujiya Roboskê tîne bîra xwe? Gelo dizan bi balafirnên F16 hatin bombebarankirin? Ev çi dirutiye, çi bêwijdaniye. Gelo 34 can ji bo te tê çi wateyê? Tişta tu ji bo kesên din dibêjî, çima bo xwe nabêjî.”
Malbatan xwest ku serokwezîr dest ji vê helwesta xwe berde û gotin bi kuştin û komkujiyan tu car Erdogan dê negihêje çareseriyê. Malbatan diyar kirin ku ew dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û dê ji bo edeletê têbikoşin.