Malbatên qurbaniyên komkujiya Mereşê rastî êrîşê hatin
Malbatên qurbaniyên komkujiya Mereşê rastî êrîşê hatin
Malbatên qurbaniyên komkujiya Mereşê rastî êrîşê hatin
Li Stenbolê, girseya gel a ji bo beşdarî çalakiya bîranîna kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane bibe ket rê, di derketina ji bajêr de rastî êrîşa polîsan hat. Di nava kesên rastî êrîşê hatin de, malbatên qurbaniyên Komkujiya Mereşê jî hene.
Rêveberê Şaxê Ataşehîr ê Komeleyên Çanda Pîr Sûltan Abdal (PJAKD) Metîn Aslan diyar kir ku ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane ew ji Stenbolê bi otobusan ketine ser rêya Mereşê, lê belê otobusên wan di derketina ji bajêr de ji aliyê polîsan ve hatine rawestandin.
Aslan diyar kir ku polîsan bi çoyan êrîşî girseya gel kir ku di nav de mirovên temendirêj jî hebûn. Ji ber êrîşa polîsan jineke 65 salî krîza sara derbas kir. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya jina navê wê nehat zanîn, xetere ye.