Malbatên girtiyan li benda daxuyaniyek diyar in

Malbatên girtiyên li Stenbol û Edeneyê çalakiya xwe ya li dijî tecrîdê domandin. Malbatan gotin; “Heta ku tecrîd bidawî nebe wê çalakiya me bidomînin.”

STENBOL

Dayikên Laçik Spî û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Stenbol û Wanê çalakî li dar xistin.

Dayikên Laçik Spî yên her roj li pêş Girtîgeha tipa L a Bakirkoyê kom dibûn û nobet digirtin, li avahiyên HDP'ê berdewam kirin. Nobet di roja 25’emîn de li avahiya HDP'ê ya Bahçelievlerê berdewam kir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek xizmên girtiyan jî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê malbatan Nesibe Başaran, diyar kir ku zarokên wan Serhildan Başaran û Îdris Başaran girtî ne û wiha got: "Me li pêş Girtîgeha tîpa L a Bakirkoyê 24 rojan nobet girtin. Em rastî gelek tundî û zextan hatin. Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Em ê sebr li benda vê daxuyaniyê ne. Heta ku daxuyanî neyê dayîn û zarokên me dawî li çalakiyan nînin em jî dest ji çalakiyên xwe bernadin."

WAN

 Li Wanê jî bi heman armancê dayik li Parka li ser Kolana Milli Egemenlik kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan dayik asteng kirin û destûr nedan daxuyanî bidin. Dayikan jî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî polîsan dan û dawî li çalakiya xwe anîn.