Malbatên girtiyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kirin ku bila derbarê qanûna înfazê biryareke bi edalet bidin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kirin ku bila derbarê qanûna înfazê biryareke bi edalet bidin.
Li hemberî qanûna înfazê ya AKP û MHP’ê ji bo mafya û sûcdarên edlî anîbû meclîsê, li avahiya navçeya Peyasê ya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.
Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn, Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Seval Gulmez, Alîkara Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, çalakgerên TJA’yê û malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn.
Polîsan nehiştin daxuyanî li kolanê were kirin, ji ber vê jî daxuyanî li avahiya navçeyê hate dayin. Aysel Ateş a ku xizma girtiyan e, diyar kir ku qanûna înfazê ne wijdanî ye û ji bo çeteyên tiryakê hatiye derxistin.
Ateş diyar kir ku li girtîgehan nexweşiyên Covîd-19’ê zêde bûye û ew ji ber jiyana zarokên xwe bi fikar in. Ateş bal kişand ser vî tiştî ku zarokê wê ji ber fikra xwe hatiye girtin û qanûna înfazê ya ku girtiyan siyasî li derve dihêle, tu eleqeya wê bi edaletê tune.
Ateş bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir ku heke biryareke bi edalet neyê dayîn, ew ê li dijî vê rewşa li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin.