Malbatên Berxwedêrên Sûrê greva birçîbûnê ziyaret kirin

Malbatên ji Berxwedêrên Sûrê Rozerîn Çûkûr, Ramazan Ogut, Cîhan Morgul û Gunduz Akmeşe, kesên ku beşdarî greva birçîbûnê bûne ziyaret kirin û wiha gotin: “Wê bi teqez bigihije serkeftinê.”

Serlêdanên ji bo greva birçîbûnê ya bi daxwaz bila bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin di roja 2. de dewam dike. Malbatên Berxwedêrên Sûrê yên ku li dijî êrîşên qirkirin ê ku li Sûrê 103’ê rojan li ber xwe dan; siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û hunermend ku ketine greva birçîbûnê bûnê ziyaret kirin.

Malbatên Rozrîn Çûkûr, Ramazan Ogut, Cihat Morgul û Gunduz Akmeşe ên ku di Berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn û piştî çend mehan cenazeyê wan hatin girtin, çûn avahiya DBP’ê ya Amedê ku greva birçîbûnê lê dewam dike. Malbat yek bi yek çalakger silav kirin û himêz kirin. Dayika Rozerîn Fahriye Çûkûr çalakgerên grevê silav kir, anî ziman ku wê teqez bigihije serkeftinê û wê berxwedan bi ser bikeve. Çûkûr diyar kir ku greva birçîbûn ya ku di çavê hikûmetê de biçûk tê dîtin lê di çavê gel de pir mezin e û tê piştgirîkirin, da zanîn ku divê hemû gel piştgirî bidin çalakiya greva birçîbûnê.

Piştî axaftinên Çûkûr malbat bi çalakgerên greva birçîbûnê re gotûbêj kirin.