Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Huseyîn Acar girt

Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Huseyîn Acar ê berî 5 mehan li Çiyayê Amanosê şehîd bûbû, girt.

Ji aliyê malbatê ve cenazeyê gerîlayê HPG’ê Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) ê 18’ê Cotmeha 2020’ê li qontarê Çiyayê Amanos a navçeya Dortyolê ya Hatayê şehîd bûbû, hate girtin. Malbata ku ji ber temamiya cenaze nebû, nekaribû teşxîs bike, ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû Saziya Tiba Edlî (ATK) a Edeneyê.

Piştî encamê testa DANA’yê ya 5 mehan û şûnde, malbat ji bo cenazeyê xwe bigire serî li ATK’ê da.

Piştî karûbarên li ATK’ê malbatê cenazeyê Acar girt.

Wê cenazeyê Acar li Goristana Yanlilmaz a navçeya Dihê ya Sêrtê bê definkirin.