Malbatan li Êlihê ‘pêvajoya çareseriyê’ nîqaş kir
Malbatan li Êlihê ‘pêvajoya çareseriyê’ nîqaş kir
Malbatan li Êlihê ‘pêvajoya çareseriyê’ nîqaş kir
MEYA-DER û TUHAD-FED’ê ji bo balê bikişînin ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, bi malbatên PKK’iyên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dan û bi malbatên girtiyan re civîn pêk anî.
MEYA-DER û TUHAD-FED’ê, ji bo balê bikişînin ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi malbatên PKK’î û HPG’î yên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dan û bi malbatên girtiyan re civîn pêk anî û hemû malbatan anîn cem hev. Civîn li Salona Dawetê ya Otoparka pir qati pêk hat. Di civînê de rêveberên MEYA-DER, TUHAD-FED, BDP, KURDÎ-DER, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, gelek malbatên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û girtiyan amade bûn. Li salona civînê pankartên "Di warê pêşxistina çareseriya demokratîk de hêza me û gotinên me hene", “Di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê em hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr tînin” û “Malbatên hêja û birûmet hûn bi xêr hatin û ji bo tevlîbûna we em spas dikin” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’î û HPG’î yên di dîrokên cûda de jiyana xwe jidest dane hatin daliqandin.
Civînê bi deqîqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin. Di civînê de axaftina ewil rêvebera TUHAD-FED’ê Fatma Gorkan axivî û diyar kir ku wan vê civînê têkildarî ser rewşa pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin amade kirine. Piştî dayîna agahiyên civînê Gorkan, perspektîfa bi kurdî ya li ser “pêvajoya çareseriya demokratîk” hatiye nivîsandin xwend.
Piştî axaftina Gorkan, malbatên tevlî civînê bûn nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser pêvajoyê anîn ziman. Piştî ku pêvajo ji aliyê malbatan ve hate nîqaşkirin civîn bi dawî bû.