Malbatan ji bo çûna Îmralîyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê , ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wasîsê wî Mazlûm Dînç ji bo ku roja Duşemê biçin Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Emîn Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîha Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e û keça wî Eylem Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdan kirin.

Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji bo ‘sekreteryayê’ di 15’ê Adara 2015’an de çûbûn Îmraliyê. Hamîlî Yildirim jî di 15’ê Tebaxa 2015’an de biribûn Îmraliyê. Van girtiyan bi tenê di 5’ê Hezîranê û di 12’ê Tebaxa 2019’an de karibûne bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.