Malbata Metîn Lokumcu doz li dewletê vekir

Malbata Metîn Lokumcu doz li dewletê vekir

Der barê ku Metîn Lokumcu ku di encama bombeya gazê ya ku polîsan avêt de jiyana xwe ji dest da de li dadgeha îdarî doz hat vekirin. Daxwaznameya dozê pêşkêşî malbata Lokumcu kirin. Di daxwaznameyê de hate diyar kirinku gazên îsotê yên OC Û CS yê li Tirkiyeyê tên bikaranîn mirovan dikujin û wek çekên kîmyewîne. Wek delîl jî  tespîta ‘di navbera mirin û kimyewî de têkilî hatiye dîtin’ ya Yekitiya Tabîbên Tirk tê pêşkêşkirin.

Di raporê de tê destnîşan kirin ku Metîn Lokumcu di encama pîvana zêde ya gazê û bi destê dewltê hatiye kuştin.  Di encama serlêdana malbata Lokumcu de li 4’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê doz hat vekirin û danişîna yekemîn di 21’ê Gulanê de dê pêk were.

341 PARÊZER DÊ PARATSINÊ BIKIN

Malbata Lokumcu dê ji aliyê 341 parêzerî ve bê parastin. Di dxwaznameyê de tê gotin ku Metîn Lokumcu bi gazê ketiye û dema nekarîbû bihan xwe bigire ji aliyê  3-4 polîsên çevîk ve rastî darbkirinê hatiye.

Hate diyar kirin piştî Lakumcu hatiye derbkirin çend caran maruzê gazê hatiye û di girtekê otopsiyê de jî cih digire.