Malbata girtiya çalakger: Em bi wan re dihelin

Malbata Reyhan Coşmûşlû ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ji 17'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew bi wê re dihelin.

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê girtiyên siyasî Reyhan Çoşmûşlû, Esma Başkale, Belgîn Kanat û Zozan Kûtûm ji 17'ê Kanûnê ve di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne.

Girtiyên di grevê de ne gelek kîlo li xwe kêm kirine û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li wan der dibin. Yek ji van girtiyên berxwedêr jî Reyhan Coşmûşlû ye ku sala 1985'an li Farqînê ji dayik bû. Malbata Coşmûşlû piştî ku pê re hevdîtin kir ji ANF'ê re got, "Doktor bi rêk û pêk kontrol nake. Destûr ji girtiyan re nayê dayin ku li ser çalakiya xwe jî nameyê binivîsînin. Roj bi roj dihelin. Piştî ku me ew di wî halî de dîtin, zehmet e ku mirov qala rewşa wan bikin. Em jî bi wan re dihelin. Em naxwazin wan ji dest bidin û li çareseriyekê digerin."