Malbata Berkîn: Qatilê kurê me Erdogan e!

Di salvegera qetilkirinê de Berkîn Elvan hate bibîranîn. Di bîranînê de Bav Elvan diyar kir ku qatilê kurê wî Erdogan e. Dayik Elvan jî wiha bang li Erdogan kir: “Te min kêm kir! Kurê min ji dest min girt, ma tu bang kîjan jinan dikî?”

Platforma Şehîd û Gaziyên Geziyê, bi rasthatina salvegera qetilkirina Berkîn Elvan, li Okmeydaniyê merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de Bav Samî û Dayik Gulsum Elvan, Volkan Kesanbîlîcî yê dema berxwedana Geziyê de çavê wî kor bûn, her wiha Mucella Yapici, Parêzer Efkan Bolaç û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

‘RÛMETA XWE NEDIN ŞIKANDIN!’

Li cihê ku Berkîn hate qetilkirin, li ser maseyeke ku wêneyê Berkîn û nanek li ser bû, qurnefîk hatin danîn. Li vir destpêkê Bavê Berkîn Elvan axivî. Bav Elvan, diyar kir ku 3 sal in her roj heman êşê dikşînin, got: “Îro werçerxa jiyana me ye. Ev 3 sal in em her roj heman êşê dikşînin. Her roj, deqe û saet heman êş. Bawer bikin ti carî ji bîra me naçe. Em dizanin divê em li ser piyan bimînin. Li vir wezîfe dikeve ser milên çapemeniyê jî. Eger hûn biçin ser vê, hûn ê karibin pêşeroja zarokên xwe jî rizgar bikin. Pênûsên xwe nafiroşin. Rûmeta xwe nedin şikandin. Ez tenê serê xwe nikarim tiştekî bikim, em ê bi hev re pêk bînin. Ez dizanim ku qatilê kurê min Erdogan e. Ew in ên fermana kurê min nivîsîn. Fikrekî siyasî yê zarokekî 14 salî çênabe. Zarokekî 14 salî nabe terorîst. Hûn nikarin dayik, bav û malbata wî li qada siyasetê bidin hiryohiryokirin.”

JI BO ERDOGAN: TE EMR DA; TÊ BÊ DARIZANDIN!

Bav Elvan bang li Erdogan ê ku got, “min emr da kir” û wiha dewam kir: “Tu yê bê darizandin. Divê tu bê darizandin.”

Bav Elvan ragihand ku bi dozger re jî axivîne, bal kişand ku dibe dozger hatibe bêdengkirin an jî tirsandin.

‘TE MIN KÊM KIR!’

Dayik Gulsum Elvan jî li hember gotinên Erdogan ên “yên nebûne dayik, kêm in” nerazîbûn nîşan da, wiha dewam kir: “Ez bûm dayik, lê binêr te min kêm kir. Te zarokê min ji destê min girt, tu bang li kîjan jinan dikî?” Dayik Elvan di berdewama axaftina xwe de ev gotin: “Te zarok, ewladên tevahî dayikan qetil kir. Te kêmasî afirand. Em zarokên bînin dinê, pêdiviya te bi xwîna nû heye ne wisa. Te li welêt zarok nehiştin. Êdî bes e, biceheme ji welatê me. Em edaletê dixwazin. Em bang li kîjan edaletê bikin? Em bang li edalete te ya bi Erdogan re çayê kom dike bikin! Ne dema komkirina çayê ye. Karê xwe bikî, qatilan bigirî! Heta dawiyê ez ê têkoşîna kurê xwe bimeşînim. Ez ê hesabê Berkîn bipirsim, ew ê jî hesab bide min.”

JI BO BERKÎN EDALET, JI BO PIRSÛSÊ EDALET

Li Qada Okmeydani jî bîranînek ji aliyê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ve hate lidarxistin. Ciwanên SDGF’ê li pêşiya Mala Cem a Okmeydani ber bi ocaxa tendirûstiyê ve dest bi meşê kirin, hem ji bo Berkîn Elvan hem jî ji bo Pirsûsê edelet xwestin.

Daxuyanî ji aliyê Ozge Dogan hate xwendin û wiha got: “Berkîn jî mîna 33 kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin. Zarokê Geziyê bû, birayê me û hevrêyê me ye.”

‘EV HESAB HETA MEHŞERÊ NAMÎNE!’

Birayê Ûgûr Ozkan Suleyman Ozkan ê ku di qetlîama Pirsûsê de hate qetilkirin bi bîr xist ciwanên ku hesabên Berkîn Elvan xwestin jî hatin qetilkirin. Ozkan wiha got: “Ev hesab namîne heta mehşerê.”

Li ser navê Kolektîfa Xwendevanan Gonenç Hacloglû mafê axafginê girt û diyar kir ku divê weke ciwan, têkoşînê mil bi mil bilind bikin, li ser navê EHP’ê jî Nûrselî Gozuaçik jî banga têkoşîna hevpar li her kesî kir.

Li ser navê Komeleya Piştgirî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê jî Adnan Bûlût axivî û wiha anî ziman: “Duh qetlîama Zîlan, Dersîm, Çorûm, Sêwas, îro qetlîam li Roboskî, Amed, Pirsûs Enqere; Berkîn Elvan û ciwan hatin qetilkirin.”Bûlût wiha got: “Wê têkoşîna me ya xwişktî, biratî, edalet û aştiyê heta hetayê bidome.”

Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan jî axivî û diyar kir ku divê refên têkoşînê bên xurtkirin û bihêzkirin. Elvan wiha got: “Eger hesabên qetlîaman hatiba xwestin îro ne qetlîama Pirsûs, ne jî Berkîn dihat qetilkirin. Elvan destnîşan kir ku weke dayik wê têkoşînê berdewam bikin.