Malbata Andok Cotkar bang kir: Dawî li hevkariyê bînin

Malbata şoreşgerê Elman Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) ji bo bajarê Kîelê ji projeya bajarê dost ê bi Samsûn û Hatayê re bê derxistin serî li meclîsa şaredariyê da, lê belê daxwaza wan hate redkirin.

Şoreşgerê Elman Konstantîn Gedîk (Andok Cotkar) di 16'ê Cotmeha 2019'an de ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser nexweşxaneya li Serêkaniyê şehîd bûbû.

Malbata Gedîk ku ji Kîelê bû, ji bo rêveberiya bajêr têkiliya bi rejîma Erdogan a kujerê kurê wan bibire serî li meclîsa şaredariyê da.

Li gel binpêkirina mafên mirovan, kiryarên antî demokratîk û polîtîkaya dagirkeriyê ya desthilatdariya Erdogan, bajarê Kîelê di çarçoveya projeya bajarê dost de ya bi bajarên Samsûn û Hatayê re, xwedî têkiliyeke berfireh e.

Herî dawî dayika Konstantîn Gedîg Ûte Rûss û bavê wî Thomas Gedîg serî li Meclîsa Şaredariyê ya Kîelê dan û xwestin ku têkiliya bi her du bajarên Tirkiyeyê re bê birîn.

SEROKÊ MECLÎSA ŞAREDARIYÊ DOSTÊ AKP'Ê YE

Malbata Gedîg li civîna Meclîsa Şaredariyê axivî û bi bîr xist ku Elmanya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke binpêkirina hiquqa navneteweyî pênase dike. Malbatê diyar kir ku divê Şaredariya Kîelê dawî li hevkariya bi wê dewletê re bîne ku bûye sedema mirina kesekî ji Kîelê.

Dayik û bavê Gedîg li civîna meclîsa Şaredariya Kîelê daxwazên xwe anîn ziman.

Lê belê Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Kîelê Hans Werner Tovar daxwaza malbatê red kir. Tovar ku siyasetmedarekî sosyal demokrat e, îdîa kir ku têkiliya navbera bajaran ji têkiliya navbera dewletan cuda ye û tenê sersaxî ji malbata Gedîg re xwest.

Tovar meha Çileyê serdana Hatayê kiribû û ji aliyê waliyê dewleta Tirk ve hatibû pêşwazîkirin. Tovar bi gotina "Çi dibe bila bibe şerê li Sûriyeyê bêyî Tirkiyeyê çareser nabe" bi rengekî eşkere nîşan dabû ku dostê rejîma AKP'ê ye.