Malbat û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê serlêdana hevdîtinê hate kirin.
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê serlêdana hevdîtinê hate kirin.
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç di navbeyna 11-15'ê Gulanê de ji bo rojeke guncan biçine Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Raziya Turgut, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu eynî rojan ji bo ku miwekilê xwe bibînin serlêdan kirin.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.