Malbat ji bo xizmên xwe yên dewletê ‘windakirîn’ hatin ba hev

Malbat li Amed, Êlih û Îzmîrê lêgerîna edaletê ya ji bo xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine ‘windakirin’ dewam dike.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Amed, Êlih û Îzmirê dîsa kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn.

AMED

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 548’an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Gelek xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, anî ziman ku 548 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: "Di salên 90’an de bi zanebûn û plankirî Kurd winda dikirin û qetil dikirin. Li dijî vê yekê têkoşîna xizmên windayan bi salan e didome. Lê hê jî kujer nehatine dîtin û nehatine darizandin. Sibê Cejn e. Lê hêj gorek wan a dayik li ser dua bikin tune ye. Mixabin em li erdnîgariya ku dayikên gorê zaroken wan tune dijîn. Dewlet dixwaze kurdan bê hafiza bihêle. Lê tekoşîna me ya li dijî vê yekê bidome."

Piştre Îffet Mutaş aqûbeta birayê xwe Alî Tekdal pirsî. Mutaş, diyar kir ku ji roja birayê miriye heta niha li aqûbeta birayê xwe digere û wiha got: “Dayika min bi hestera kurê xwe mir. Ez jî naxwazim bi vê hesterê bimirim. Dayika min beriya bimire, ji her rojnamegerî re got 'Ez dixwazim agahiyek ji kurê xwe bigirim. Dema we gorek, an jî hestiyek dît, agahi bidin min. Ez ê wan hestiyan hembêz bikim. Ez xwe bigînim hestiyê wî bes e ji bo min.’ Her kes amadekariya cejnê dike, lê em li vir in."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû

ÊLIH

Li Êlihê jî bi heman armancê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 454’an de li Şaxa ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Samî Tanguner, aqûbeta Abdurrahîm Demîr yê di sala 1995'an de li Navçeya Qoserê hat windakirin vegot. Tanguner, diyar kir ku li gorî agahiya malbatê Abdurrahîm Demîr ê 22 salî li Navçeya Mahserê dijiya. Di 17'ê Tebaxa 1995'an de ji bo xizmên xwe yên li Edene dijîn ziyaret bike ket rê. Qereqola Şawelat a Cendirmeyan ya di navbera Qoser û wêranşarê de hat destgîrkirin û li wir hat windakirin." Tanguner, anî ziman ku malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê encam negirtin û bang li rayedarên darazê kir ku der barê berpirsiyaran de lêpirsînek çalak bidin destpêkirin.

ÎZMÎR

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê jî bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" li pêş Sumerbank a Konakê çalakî lidar xistin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in, faîl li kû ne" vekirin û aqûbeta windayan pirsîn.

Di çalakiyêde Rêveberên HDK, ESP HDP û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Caner Canli vê hefteyê daxuyanî xwend û aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ê di 10'ê Tebaxa 2004'an de hat revandin pirsî. Canli, bal kişand ser rapora Komîsyona Mafên mirovan a Meclîsê ku der barê Ceylan de amade kiriye û wiha got: “Ji bo aqûbeta Tolga Baykal Ceylan di bin baneyê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de komîsyona jêr hat avakirin. Piştî xebata Komîsyonê ya 4 mehan raporek fireh hat amadekirin. Komîsyonê di nirxandina encamê de gotiye; "Di daneyên destê me de ev windahiyek wekî bûyera asayişê ya normal e. Divê wekî buyeyerek asayiyê ya asayî bê nirxandin."

Canli, ani ziman ku dema xwendekarê zanîngeha Teknikê ya Stenbolê bû di 7'ê Tebaxa 2004'an de li Îgneada winda bû û wiha got: "Dema gihişt Îgneada bi telefonê li dayika xwe geriya û got ez gihiştime. Di 10'ê Tebaxa 2004'an de û şûnde têkiliya wî û dayika wî qut bû. Dayika wî Kadriye Ceylan piştî di sala 2004'an de serî li Dozgeriya Demirkoyê da, di sala 2006'an de biryar da ku pêdivî bi lêprisînê tune ye."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.