Mafê parastinê yên ESP’yiyên girtiyên Gezî hat îhlalkirin

Mafê parastinê yên ESP’yiyên girtiyên Gezî hat îhlalkirin

Lêkolîna rewşa girtîbûna endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên ji ber berxwedana Gezî hatibûn girtin bi rengekî bêqanûnî, bê rûniştin hat kirin û mafê wan ê parastinê hat îhlalkirin.

Bi Paketa 4’emîn a Darazê re şertê ku dema ji bo girtina kesekî îtîrazek bê kirin, divê di rûniştinên ku parêzer û bersûc amade bin de bigihêje biryarê hatibû dayîn. Lê belê ev şert ji bo sosyalîstên ku tevlî berxwedana Gezî bûne pêk nehat.

Têkildarî mijarê Endamê Desteya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê Alp Altinors ê ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag faks şand, ji ber ku qanûn ji bo wan nayê pêkanîn wek “Cihêwazîtî” bi nav kir.