Macron nerazîbûn nîşanî gefên alîgirên AKP’ê da
Li dijî kovara Le Poînt a ku Serokkomarê Tirkiyeyê bi sernavê ‘Dîktator’ li ser bergê xistibû, gef û tacîz hate kirin. Serokkomarê Fransayê diyar kir ku, ev gef û êrîş nayê qebûlkirin.
Li dijî kovara Le Poînt a ku Serokkomarê Tirkiyeyê bi sernavê ‘Dîktator’ li ser bergê xistibû, gef û tacîz hate kirin. Serokkomarê Fransayê diyar kir ku, ev gef û êrîş nayê qebûlkirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li ser twîtterê piştgirî da kovara Le Poînt a ku gef lê tê xwarin.
‘TUNEBÛNA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DÎKTATORÎ YE’
Macron got ku, “Nayê qebûlkirin ku afîşên Le Poîntê bi hinceta ku li xweşiya hinek kesan neçûye li rojnamefiroşan were rakirin. Azadiya çapemeniyê gelekî bi qîmet e. Heke ew nebe, rewş dîktatorî ye.”
Kovara heftane Le Poînt piştî ku dosyeyeke dirêj li ser Erdogan weşand, diyar kir ku gef li wan tê xwarin û ew tên tacîzkirin.
Le Poîntê got ku, “Ev hefteyek e ji ber êrîş, tacîz û heqaretên li ser medyaya civakî, sempatîzanên AKP dest bi êrîşkirina sembolên çapemeniyê û azadiya îfadekirinê kirin.”
Il est parfaitement inacceptable que des affiches de @LePoint soient retirées des kiosques de presse au motif qu’elles déplaisent aux ennemis de la liberté, en France comme à l’étranger. La liberté de la presse n’a pas de prix : sans elle, c’est la dictature.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) May 28, 2018
ÊRÎŞÎ ROJNAMEFIROŞAN HATE KIRIN
Roja Înê li herêma Vaûclûse ya Fransayê rojnamefiroşekî ji ber gefên alîgirên AKP kovar ji wîtrîna xwe derxist.
Rayedarekî ji şaredariyê got ku, “Komeke ku alîgirên Erdogan bû, xwediyê bayiya rojnameyan tehdît kiriye.”
Şaredariya Pontetê xwest ku bila kovar dîsa were bicihkirin û saet di 16.00’an de kovar hate bicihkirin û 20 kesên ku alîgirên AKP’ê ne, dîsa li hev kom bûn.
Roja Yekşemê agahî hatin ku li rojnamefiroşên din jî afîşên kovarê hatine rakirin. Hate diyarkirin ku li Valenceyê alîgirên AKP hin afîş rakirine.
ÊRÎŞÊ ÇAPEMENIYÊ DIKIN
Gerînendeyê kovarê Etîenne Gernelle daxuyanî da AFP’ê û got, “Mirov nikare ji van tiştan bawer bike! Ew dixwazin sansura xwe li Fransayê jî pêk bînin.”
Serokê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Crîstophe Deloîr jî got ku, “Ev êrîş munferît in lê wateyeke wê ya xurt a sembolîk heye. Êrîşî rojnamefiroşan dikin, dixwazin hemû xeleqên çapemeniyê bidin sekinandin.”
KOVARÊ BERSIV DA ALÎGIRÊN ERDOGAN
Konseya Edalet, Wekhevî û Aştiyê (COJEB) a ku li Fransayê yek ji tora faşîst a Erdogan e, nerazîbûn nîşanî nûçeyên li ser Erdogan da û got “Erdogan Mandelayê sedsala 21’emîn e”. Kovara Le Poîntê jî bersiv da û got “Nelson Mandela mûxalif, dozger û rojnamegerên xwe nedixist girtîgehan.Wekî ku Erdogan li Sûriyeyê dike, Mandela li mala cîranên xwe paqijiya etnîk nedikir.”