Macron ji bo rojnamevan Bûreaû bi Erdogan re civiya

Hat ragihandin ku Serokkomarê Fransayê Macron ji bo berdana rojnamevan Loûp Bûreaû ku ji 26'ê Tîrmehê ve dibin çavan de tê girtin, ketiye dewreyê

Di daxuyaniya ku ji aliyê Qesra Elysee ve hatî kirin de hat ragihandin ku Serokkomar Emmanûel Macron bi Tayyîp Erdogan re bi telefonê axiviye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Macron ji bo rojnamevan Loûp Bûreaû ku hê di bin çavan de ye 'bi fikar e'. Her wiha hat ragihandin ku Macron daxwaz kiriye ku bila rojnamevanê Fransî ji bo ku di demeke nêz de vegere welatê xwe, destûr were dayîn.

Li gorî daxuyaniya Elyseeyê Macron û Erdogan ji bo mijarê, li hev kirine ku di hefteya bê de careke din vê mijarê binirxînin.