Mabeyna DÎTÎB a Erdogan û wezîrê Tirk de rageşî zêde dibin

Piştî pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan hate qebûlirin, nexweşitiyên bi gefên li dijî wekîlên ku bi eslê xwe Tirkiyeyî ne destpê kirin, bi rêka dûvikên dewleta Tirk ên li Elmanyayê dewam dikin.

Piştî pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan hate qebûlirin, nexweşitiyên bi gefên li dijî wekîlên ku bi eslê xwe Tirkiyeyî ne destpê kirin, bi rêka dûvikên dewleta Tirk ên li Elmanyayê dewam dikin. Şaxê Diyanetê yê li Elmanyayê DÎTÎB, ji bo wezîrê Tirk Aydan Ozogûz ‘provakasyon’ wek hincet nîşan da û ji bernameya fitarê qewirand, li ser vê jî Oguz ev rexne kir: “Dibêjin em komaleyek Elman in, lê ji Tirkiyeyê tên birêvebirin.”

Yekîtiya Tirk Îslam a Karên Diyanetê [Diyanet İşleri Türk İslam Birliği (DİTİB)] ku wek baskê AKP’ê dixebite û bi sedan mizgeftan kontrol dike, li hember gefên çavkaniyên xwe ji Tirkiyeyê digire bêdeng dimîne û ji kesên ku van gefan dixwin jî ‘qadê vedike’ ve tê sûcdarkirin.

Wezîrê Koç û Guncaniyê Aydan Ozoguz vê heftê li mizgefta bajarê Hambûrgê ya girêdayî DÎTÎB’ê ji bo bernameya fitarê hatibû vexwendin, lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ ev hate betalkirin. Di nameya ji aliyê rêveberê bajarê Hambûrgê yê DÎTÎB’ê Sedat Şîmşek ji wezîrê endamê Partiya Sosyal Demrat (SPD) re name hate şandin, di vir de hatibû îdîakirin ku di nav cemaata li Hambûrgê de ‘hin kesên nû peyda bûne û atmosferê neyênî bandor dikin.’ Di nameyê de îxtîmala provakasyonê hatibû îdîakirin.

‘ÎDÎA DIKIN KU KOMALEYA ELMAN IN, LÊ JI ENQEREYÊ TÊN BIRÊVEBIRIN’

Wezîrê Tirkiyeyê hêrsa xwe ya duh îro jî kêm nekir. Aydan Ozogûz ji kovara Der Spîegel re axivî, got hinceta ewlehiyê wî tatmîn nake. Ozogûz bi bîr xist ku DÎTÎB ji Tirkiyeyê tê birêvebirin, got: “DÎTÎB dibêje em komaleyek Elman in, lê ji Enqereyê tê birêvebirin. Ev çênabe.”

Ji ber betalkirina daweta Ozogûz, ji Dêra Hambûrgê pîskopos Kîrsten Fehrs jî dabû xuyakirin ku wê tevlî bernameyê nebe. Fehrs bal kişandibû ku eger tevlî vê fitara ku daweta Ozogûz hatiye betalkirin bibe, ‘wê wek amûrekî polîtîk bê bikaranîn’.