Maaßen: Ji Elmanyayê 24 zarok tevlî DAIŞ'ê bûn

Maaßen: Ji Elmanyayê 24 zarok tevlî DAIŞ'ê bûn

Tê gotin ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bi dehan zarok ji Elmanyayê biriye herêmê şer. Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) diyar kir ku 24 zarokên malbatên wan li Elmanyayê dijîn, tevlî refên DAIŞ'ê bûne.

Serokê BfV Hang-Georg Maaßen ji rojnameya Rheinische Post re axivî û diyar kir ku rêxistinên selefî yên li Elmanyayê, tevî mirovên bi emir zarokan jî tevlî refên xwe dikin. Maaßen ragihand ku li Sûriye û Iraq a şer lê diqewime, 24 zarok hene ku biçûkê wan 13 salî ye.

Serokê BfV da zanîn ku 5 zarokên beriya niha çûbûn Sûriye û Iraqê vegeriyane û anî ziman ku temenê mirovên beşdarî DAIŞ'ê dibin her diçe biçûk dibe. Maaßen diyar kir ku der barê hejmara zarokên ji Elmanyayê çûne herêma şer agahiyeke têrker li ber destê wan nîne û îdîa kir ku bi agahiyên ji rêxistinên îstîxbaratê yên hevalbend û serlêdanên windabûnê yên malbatên zarokan re, wan hejmar zelal kirine.

Hang-Georg Maaßen da xuyakirin ku zarokên ji Elmanyayê tevlî DAIŞ'ê bûne ya xwe li derveyî civakê dîtine yan jî ji ber bi malbatên xwe re xwedî pirsgirêk in û çeteyên DAIŞ'ê weke alternatîfa sîstema Rojavayî dibînin, beşdar bûne. Maaßen anî ziman ku propaganda DAIŞ'ê ya ji ser înternetê dike hin mirov radîkal kirine û destnîşan kir ku ev propaganda berê ciwanan dide barbarî û tundiya ku mînaka wê di roja îro de nayê dîtin. 

Li gorî daneyên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, hejmara ciwanên ji Elmanyayê tevlî DAIŞ'ê bûne derdora 400 kesî ye. Lê belê li gorî Maaßen, dibe ku ev hejmar zêdetir be.