Maas: Tirkiyeyê guh neda hişyariyên me yên li ser Efrînê

Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas bersiv da nameya komek ji saziyên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan a li ser Efrînê.

ANF'ê xwe gihand nameya Maas. Maas diyar kir ku ji bo parastina gelê sivîl wan gelek caran zext li Tirkiyeyê kirine. Li ser bazirganiya çekan jî Maas îdîa kir ku di çarçoveya mafên mirovan de hatiye kirin.

Yek ji rêxistinên ku dema dawî bi hewldan û daxuyaniyên xwe li Elmanyayê gelekî balê dikişîne ser xwe, rêxistina ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat (SPD) JUSOS e. Bi pêşengiya JUSOS'ê nameyek ji Wezîrê Karên Derve Heiko Maas re hatibû şandin. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas bi xwe jî ji partiya SPD'ê ye.

Tevî Adopt a Revolution, Navenda Agahdarkirinê ya Kurdistanê-Civaka Azad, Medico International û Ciwanên Sosyalîst ên Elmanyayê-Die Falken jî di nav de van kesayetan mohra xwe danîbûn binê nameyê: Andrea Ypsilanti, Thomas Seibert, Hilde Mattheis, Ulrike Breth, Stefan Stache, Axel Troost Esther Lehnert, Sonja Buckel, Peter Brandt, Kevin Kuhnert, Lara Kannappel û Jan Dieren.

Rêxistinên civakî yên sivîl ji hikumeta Elman a federal xwestibû ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan şermezar bike û dawî li bêdengiya xwe ya der barê Efrînê bîne û bikeve nava liv û tevgerê. Maas ku yek ji wezîrên desteya nû ya Merkel e û berê wezîrê edaletê bû, çend roj berê bi awayekî nivîskî bersiv da nameyê.

Maas di nameya xwe de nêzîkatiya Elmanyayê ya li ser Efrîn û şerê Sûriyeyê dubare kir. Maas peyva xwe anî ser wê yekê ku ji bilî daxuyaniyên li Berlînê hatin dayin, li pişt deriyên girtî gelek caran wan hişyarî dane dewleta Tirk. Bersiva Maas a ji 2,5 rûpelan ku ji Sekreterê Navneteweyî yê JUSOS'ê Leonard von Galen re şand, gihîşt ber destê ANF'ê. Maas balê dikişîne ser fikarên xwe yên derbarê rewşa Efrînê û wiha dibêje:

"Bicihanîna hiqûqa navneteweyî û parastina gelê sivîl tişta herî girîng e ji bo hikumeta federal. Ev daxwaz di gelek hevdîtinên bi hikumeta Tirk re hate zimên. Her wiha hate destnîşankirin ku divê Tirkiye di nêzîkatiya leşkerî de bi pîvan tevbigere."

'NABE KU EM LEŞKERÊN XWE YÊN LI KONYAYÊ VEKIŞÎNIN'

Maas got, ji ber ku dewleta Tirk ev daxwaz bi cih neanî, Serokwezîr Merkel 21'ê Adarê di axaftina xwe de bûyerên li Efrînê qewimîn bi tundî şermezar kir. Di nameyê de li ser daxwazên "Bila ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin" û "Leşkerên Elman ên li Konyayê werin vekişandin" Maas ev bersiv da:

"Beriyar her tiştî dixwazim bêjim ku hikumeta federal di siyaseta xwe ya biçekkirinê de bi berpirsyarî tevdigere. Pêvajoya erêkirina firotina çekan di çarçoveya siyaseta ewlekariyê de tê nirxandin û peyman yek bi yek tên lêkolîn. Di vir de çavdêriyên li ser mafên mirovan xwedî cihekî girîng e. Leşkerên Elman ên li Konyayê hatine bicihkirin di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya NATO'yê ya li dijî DAÎŞ'ê wezîfeyê dikin. Jİ ber vê yekê nabe ku leşkerên li wir bên vekişandin.

Wekî din, operasyonên Tirkiyeyê gelek carna ketin rojeva NATO'yê û gelek welatên endamê tifaqê ji Tirkiyeyê xwest ku di bikaranîna hêzê de bi pîvan tevbigere. Di hevdîtinên bi aliyê Tirk re, me hem biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser operasyonên Tirkiyeyê, hem jî daxwaza xwe ya ji bo bicihanîna biryara agirbestê li Efrînê yekser ragihand."

'QEDEXEYA LI SER PKK'Ê WÊ BIDOME'

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas bi bîr xist ku di her hevdîtina bi mûxatabên Tirk re wan xwestine welatiyên Elman ên ji ber nêrîna siyasî girtî ne bên berdan û Tirkiye li normên demokratîk vegere. Maas bersiv da nêrîna "Di xwepêşandanên Kurdan de zext tê kirin".

Maas diyar kir ku mafê Kurdan e di çarçoveya qanûnên hatine diyarkirin de nêzîkatiyê nîşan bidin û qedexeya li ser PKK'ê ya sala 1993'an bi bîr xist. Maas got, "Mîna beriya niha, niha jî ev qedexe di meriyetê de ye." Maas biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a sala 2010'an bi bîr xist ku PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst a biyanî' nîşan da û nameya xwe bi vî rengî qedand:

"Di nivîsa xwe de we diyar kirin ku hêzên ewlekariyê yên Elman dest li xwepêşandêrên Kurd werdidin. Lê ev nayê kirin. Ya tê kirin ev e: Dest li sempatîzanên PKK'ê tê werdan ku sembolên di çarçoveya qanûnan de hatine qedexekirin.

Herî dawî dixwazim vê yekê jî bêjim; Tirkiye niha partnerekî hêsan nîne. Hikumeta federal wê hewldanên xwe bidomîne ji bo Tirkiye li pîvanên demokratîk û pîvanên bingehîn ên demokrasiyê vegere. Hikumeta federal her wiha wê di hewldanên xwe de berdewam be, ji bo gelê sivîl ê li bakurê Sûriyeyê bê parastin, hiqûq navneteweyî bi cih were anîn û krîza Sûriyeyê bi rêbazên siyasî bê çareserkirin."