MŞD'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bi daxuyaniyeke nivîskî 19’ê Tîrmehê destpêka Şoreşa Rojava pîroz kir.
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bi daxuyaniyeke nivîskî 19’ê Tîrmehê destpêka Şoreşa Rojava pîroz kir.
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî 19’ê Tîrmehê destpêka Şoreşa Rojava pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“ Em 5 saliya salvegera Şoreşa Rojava li hemû gelên demokrasîxwaz, gelên ku wekhevî û biratiya gelan diparêzin û li dijî desthilatdarî û faşîzmê ne, pîroz dikin. Em vê şoreşa ku li ser paradîgmaya Rêber Apo ava bûye û hemû netewe û gelên din jî diparêze, li Rêber Apo pîroz dikin.
Wekî ku tê zanîn Fermana Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de rûda. Civaka Êzidî ji aliyê PDK’ê ve nehat parastin û civaka Êzidî rastî gelek karesatên mezin hat, lê lehengên li ser rêya paradîgmaya Rêber Apo xwe gihandin civaka Êzidî û ew ji mirinê rizgar kirin.
Em, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat salvegera şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin û dibêjin serkeftin a gelê Kurd e. Em ê li Efrîn, Şengal û hemû parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên AKP’ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Çawa ku ew li Kobanê û Şengalê bi ser neketin wê ne li Efrînê û ne jî li ti dera cîhanê bi ser nekevin.”