MŞD: 15'ê Tebaxê bû ronahî ji bo Kurdistanê
MŞD'ê diyar kir, 15'ê Tebaxê ji bo tevahiya Kurdistanê, bi taybetî ji bo civaka Êzidî bûye ronahî û pêngav li Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd pîroz kir.
MŞD'ê diyar kir, 15'ê Tebaxê ji bo tevahiya Kurdistanê, bi taybetî ji bo civaka Êzidî bûye ronahî û pêngav li Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd pîroz kir.
Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi wesîleya 33. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî hatin bîranîn û hat gotin, "Şehîd wê her tim di dil û mejiyê me de bin."
MŞD'ê diyar kir, fîşeka yekemîn a 15'ê Tebaxa 1984'an teqiya, ji bo azadiya gelê Kurd li dijminê hov ketiye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku dijmin bi rêbazên hov ên mîna Hîzbûllah, kontra û JÎTEM'ê êrîşî tevgera azadiyê ya Kurdistanê kir, bi hezaran mirov kuşt, lê tevî vê yekê jî nekarî Şoreşa gelê Kurd qels bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo azadiya Kurdistanê bû ronahî.
ÊRÎŞÊN SALÊN 2007 Û 2014'AN ÊN LI SER ŞENGALÊ, NE TESADUF E KU DI MEHA TEBAXÊ DE HATIN KIRIN
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiya 14'ê Tebaxa 2007'an a li gundên Til Izêr û Siba Şêx Xidir ên Şengalê, ku di encamê de zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat bibîr xistin, ku fermana 73'an jî 3'ê Tebaxa 2014'an li civaka Êzidî rabû û hat gotin, "Ev ne tesadufe ku her du êrîşên li ser Şengalê di meha Tebaxê de hatine kirin."
Di dawiya daxuyaniyê de hemû şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn û Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û gelê Kurd hate pîrozkirin.