Lutfiye Dûymak hate berdan
Lutfiye Dûymak a ku hevjînê wê li Cizîrê ji hêla hêzên dewletê ve hatibû şewitandin û kuştin, hate berdan.
Lutfiye Dûymak a ku hevjînê wê li Cizîrê ji hêla hêzên dewletê ve hatibû şewitandin û kuştin, hate berdan.
Lutfiye Dûymak a ku hevjînê wê Mahmût Dûymak di dema êrîşên komkujer ên dewletê de yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemîna xaniyekî de bi gelek kesan hatibûn şewitandin û qetilkirin, piştî îtîraza ji bo girtina wê hate qebûlkirin, berdestê êvarê hate berdan.
Dûymak a dayika 5 zarokan ku ji Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê hatî berdan, ji 26 Adarê ve bi hinceta ‘endametiya rêxistinê’ girtî bû.