Loîc Bureau: Kurê min nûçegihan e
Bavê nûçegihanê rojnameya Fransiz Loup Bureau, Loîc Bureau, li ser kurê xwe ku Tirkiyê bi hinceta ku li Sûriyê derbarê YPG’ê hevpeyvîn kiriye hatiye girtin, ji ANF’ê re axivî.
Bavê nûçegihanê rojnameya Fransiz Loup Bureau, Loîc Bureau, li ser kurê xwe ku Tirkiyê bi hinceta ku li Sûriyê derbarê YPG’ê hevpeyvîn kiriye hatiye girtin, ji ANF’ê re axivî.
Bureau diyar kir kurê wî bi hinceta hevpeyvîna wî ya 2013’an li Fransayê weşiyayî li Tirkiyê hatiye girtin û got, ‘’kurê min ne terorîst e, nûçegihan e. Nûçegihanî nikare weke terorîzm were sûcdarkirin. Divê demildest ji vê şaşiyê bi paş ve gav bavêjin.’
SEDEMA GIRTINÊ HEVPEYVÎNA 2013’AN E
Nûçegihanê Fransiz Loîc Bureau 26’ê Tîrmehê ji deriyê sînor ê Xabûr dema ku xwest ku bikeve Tirkiyê hate binçavkirin û bi sûcdariya ‘alîkariya bi rêxistina terorê’ hate girtin. Bavê Loîc, Lop Bureau got, kurê wî ji ber hevpeyvîneke wî ya ku 2013’an li Fransayê hatî weşandin li Tirkiyê hatiye girtin. Bureau diyar kir kurê wî di hevpeyvîna xwe de, ku mijar Hêzên YPG’ê bûn ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin, hîç behsa Tirkiyê nekiriye, bi awayekî bê alî şerê li Sûriyê vegotiye. Bureau diyar kir ji hêla Fransayê ve pir zor e ku were fêhmkirin nûçegihanek ji ber hevpeyvîna xwe were girtin.
MACRON KETIYE DEWRÊ
Bureau dibêje kurê wî niha li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê di hicreyeke yek kesî de tê hiştin û pirtûk, rojnameyê nadinê. Bureau diyar kir ku konsolosê Fransiz ji bo ku bi Loup re hevdîtinê bike heftiyekê di nav hewldanê de bûye û 11’ê Tebaxê wekîlê konsolos kurê wî li girtîgehê dîtiye. Bureau diyar kir ji bo ku kurê wî serbest were berdan di navbera wezarên derve yên Fransiz û Tirkiyê de hevdîtin hene. Ji hêla dî ve jî Serokkomarê Fransiz Emmanuel Macron cara pêşî 11’ê Tebaxê li Qesra Elyseê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir Macron derbarê Lopu wê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re bi telefonê biaxive.
NÛÇEGIHANÎ NE SÛC E
Bureau diyar kir kurê wî nûçegihanekî serbixwe ye, 27 salî ye, 4 zanîngeh qedandine, ji 18 saliya xwe ve nûçegihaniya şer dike, li deverên weke Misir, Ukraynayê, li gelek welatan çavdêriyên xwe yên li ser raperînên gel, şer vegotiye. Bureau diyar kir sûcê ku dewleta Tirk davêje ser kurê wî pir giran e, ne rast e û got, ‘kurê min nûçegihan e, ne terorîst e.’’
Bureau bang li hikûmeta Tirk kir û got: ‘’Nûçegihanî ne sûc e. Nûçegihanî ne terorîzm e. Peywira nûçegihanan ew e ku raya giştî agahdar bikin. Kurê min jî ev kiriye. Nayê qebûlkirin ku nûçegihan ji ber nûçe, hevpeyvînên xwe were girtin. Bi vê hişmendiyê nûçegihanî ji nûçegihaniyê derdikeve. Divê demildest ji vê şaşitiyê vegerin û kurê min serbest were berdan.’’
Bureau diyar kir li Tirkiyê ji ber karê nûçegihaniyê gelek nûçegihan hatine girtin û diyar kir li Fransayê li dijî vê rewşê nerazîbûneke mezin heye.