Li Beyoglû û Maltepeyê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Beyolûyê heta niha ji 60 kesan zêdetir û li Maltepeyê jî 6 kes hatine destgîrkirin.
Li Beyolûyê heta niha ji 60 kesan zêdetir û li Maltepeyê jî 6 kes hatine destgîrkirin.
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê, gelek karker û endamên Komeleya Ciwanên Şoreşger ên xwestin biçin Qada Taksîmê polîsan êrîşî wan kirin. Polîsên ku xwestin ciwanên pankarata bi nivîsa “Em qedexeya Taksîmên nas nakin” vekirin asteng bikin, 4 kes destgîrkirin. Navê kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Hakan Butun, Arzûm Gunduz, Metîn Coşkûn û Ahmet Edîz Kanûr e.
Dîsa li aliyê din li aliyê Temîratxaneya li Taksîma Nû 4 kesên ji Yekîtiya Têkoşînê ku pankart vekirin hatin destgîrkirin. Dogûkan ên paşnavê wî nehate zanîn li gel Alî Ekber Eraslan, Hidir Devrîm, Suleyman Çakmak û Pinar Kara hatin destgîrkirin.
Li aliyê Sîlîvriyê jî jina ji aliyê polîsan ve weke gûman hate dîtin hate rawestandin, xwest nasnameya wê kontrol bike. Piştre bi erdê re dirêj kirin û ji pişt ve destê wê kelepçe kirin û destgîrkirin.
LI EMNIYETÊ: 60 KES HENE
Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê ragihand ku ji Beyoglûyê heta niha 60 kes destgîrkirine. Ji kesên destgîrkirine 50 ji Beşîktaş, 2ji Beyoglû, 2 ji Şîşliyê destgîrkirine.
LI MALTEPEYÊ JÎ DESTGÎRKIRIN
Li aliyê din 6 kesên ku dema di bendên kontrolê yên ku xwestin biçin tevlî mîtînga li Maltepeyê bibin hatin destgîrkirin.