Lîvanelî: Dibe ku komkujiyên mezintir bên kirin; em li dij derkevin!
Hunermend Zulfu Lîvanelî hişyariya 'Pêkane komkujiyên mezintir bên kirin' da û bang li hemû hunermendan kir ku li dijî vê yekê derkevin.
Hunermend Zulfu Lîvanelî hişyariya 'Pêkane komkujiyên mezintir bên kirin' da û bang li hemû hunermendan kir ku li dijî vê yekê derkevin.
Lîvanelî diyar kir, divê hevdîtinên pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bikin û anî ziman, bi sed hezaran malbatên Kurd û Tirk ji ber zarokên xwe bi endîşe ne. Lîvanelî got, "Pêwîste ev êş neyên kişandin, maseya çareseriyê ji nû ve bê danîn."
JI UNESCO ÎSTIFA KIR
Lîvanelî bibîr xist, ku piştî xebateke 20 salan wî ji UNESCO îstifa kiriye û da zanîn, Dîrektora Giştî Îrîna Bokova dosta wî ya nêz e. Lîvanelî got, "Karên kêrhatî dike û hînê jî vê didomîne. Lê ji bo min pîvanên min ên jiyanê, ji saziyan gelekî girîngtir e." Lîvanelî ev rexne kir: "Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan di asteke bilind de ye. Li Başûrrojhilat bajarên me, bajarokên me tên xerakirin, berhemên dîrokî ji holê tên rakirin, êşen cehenemê bi mirovên sivîl tên kişandin. Bêyî ku balê bikişîne ser vê rewşê, lidarxistina 'Civîna Bilind a Mirovahiyê' li Stenbolê, şaş bû. Min nikarîbû vî barî rake. Lewma min ji vê saziya ku gelekî jê hez dikir, îstifa kir. Min pasaporta xwe ya Neteweyên Yekbûyî li wan vegerand."
'DIBE KU KOMKUJIYÊN MEZINTIR BÊN KIRIN'
Lîvanelî ku hem ji ber emrê xwe hem jî ji ber rewşa xwe ya mûxalîf bi serdemên darbeyê baş dizane, di wê baweriyê de ye ku bûyerên niha diqewimin, pêkanînên darbeyê ne.
Lîvanelî got, "Li vî welatî di her demê de me şahidî ji neheqî û zilmê re kir. Li girtîgehên leşkerî û îşkencexaneyan, me pêkanînên ku li mirovahiyê nayên dîtin. Bi taybetî zilma di Darbeya 80'yî de li Girtîgeha Amedê hat kirin, ne ya karibe bê fêmkirin e. Mixabin ev û binpêkirina hiqûqê hînê dewam dikin, bi tenê rengê wan hatiye guhertin. Qet nebe, yên di wê demê de ev zilm dikirin, nedigotin em xwedî îdîaya demokrasiyê ne."
Lîvanelî da xuyakirin, dewleta Tirk ji bo dest bavêje çekê û çekê bi kar bîne, xwerêveberî ji xwe re kiriye 'bahane' û fikar ên xwe bi vê hevokê bilêv kir: "Hêzên xwe ji berpirsyariya hiqûqî rizgar kirine, wê bêhtir tund û tûj bibin. Dibe ku komkujiyên mezintir jî bên kirin."
'PÊWÎSTE DENGÊ HUNERMENDAN BÊHTIR BÊ BIHÎSTIN'
Lîvanelî ev peyam da hunermendan: "Çand û huner, ji aliyê cewherî ve aştî ye. Her hewldana di vî warî de tê kirin, hewldanek ji bo aştiyê ye. Min di tevahiya emrê xwe de bi rêya hunerê hewl da li cem bindestan bim, li cem mirovên neheqî û zilm li wan tê kirin bim. Min ev gelekî girîng dît û dixwazim hunermendên alîgirê aştiyê ne, dengê xwe bilindtir bikin."
'DI 7 HEZÎRANÊ DE TÊK ÇÛN Û RAHIŞTIN ÇEKÊ'
Lîvanelî diyar kir, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi têkbirina 'Pêvajoya Çareseriyê' re bersiv daye serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê û got, "Yên ku ji wan hebû ku 'Pêvajoya Çareseriyê' wê li cîhanê û welêt krediyê bide wan, piştî têkçûna 7'ê Hezîranê ji nişka ve stratejî guherandin, bi helwesteke tund a nîjadperestiyê careke din rahiştin çekê. Cihê xemgînî û bi êş e, ku bi vê rêyê dengê xwe zêde kirine. Kêmbûna dengan bi aştiyê, zêdebûna dengan bi şer, ji bo civakê rûreşî ye."
Hunermend Zulfu Lîvanelî xwest hevdîtinên 'Pêvajoya Aştiyê' ji nû ve destpê bikin û got, "Çi Kurd, çi jî Tirk niha bi sed hezaran malbat ji ber zarokên xwe bi tirs û endîşe ne. Malbata Kurd a neçar e zarokê xwe bişîne leşkerê, bi fikar e. Divê ev êş neyê kişandin, divê maseya çareseriyê ji nû ve were danîn."