‘Lîstik’a artêşa Tirk: Operasyona Pençeyê

Artêşa Tirk vîdeoya lîstikeke komputerê wekî dîmenên operasyona Pençeyê nîşan da.

Artêşa Tirk di 27’ê Gulanê de li qadên Şekîf û Şehîd Derwêş ên li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê operasyoneke dagirkeriyê dabû destpêkirin. Bi helîkopteran leşker anîbûn qadê û ji raya giştî re diyar kiribûn ku navê operasyonê ‘Pençe’ ye.

Medyaya şerê taybet rola xwe bi cih anîbû û ji roja pêşîn ve berfirehbûna operasyonê mezin nîşan dida û bi daneyên derewîn raya giştî xapand.

LEŞKER ANÎN QADÊN KU GERÎLA LÊ TUNE!

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar di 31’ê Gulanê de gotibû ku em ‘em ketine hêlînên wan’ û derket holê ku ev gotin ne rast e. Ji ber ku ev qadên ku wan leşkerên xwe anîne vir, gerîla ne li wan qadan e.

‘LÎSTIK’A WAN DEŞÎFRE BÛ

Artêşa Tirk ji bo têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayan veşêre, wekî di dagirkeriya Efrînê de dîsa berê xwe da ser lîstikên komputerê. Derket holê ku dîmênên artêşê daye medyayê ji lîstikên komputerê yên bi navê ‘Arma 3’ û ‘Medal Of Horor’ hatine wergirtin. Dîmena ku helîkopter di moda kameraya termal de leşkeran datîne ser gir, wekî dîmenên operasyona Xakurkê hate pêşkêşkirin. Bi vê re hate xwestin ku helîkopter bi rihetî tevdigerin û gerîla jî nikarin tiştekî bikin. Di dîmenan de tê dîtin ku perwaneya helîkopterê bi awayekî xwezayî nazivire û dema ku leşker ji helîkopterê xwe bera ser giran didin, tiştekî nenas ê ku berê nehatiye dîtin, li hewa difire.