Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê serlêdana namzetên DEM Partiyê red kir

Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê ya YSK'ê serlêdana Namzetê Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş û Namzeta Hevşaredariya Bajaroka Hoşhaberê Emîne Yondem Kartal red kir.

Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) serlêdana namzetiya Hevşaredarê Îdirê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Nûrî Guneş û namzeta Hevşaredariya Bajaroka Hoşhaberê Emîne Yondem Kartal red kir.

Namzetên DEM Partiyê dosyayên xwe yên ji bo namzetiyê pêwîst in, radestî desteyê kirin. Guneş ê ku beriya niha bi îdiaya "endamtiya PKK'ê" hatibû cezakirin û ji bo "vegerandina mafan" ji dadgeha biryarê serlêdan kir, mafê wî hat dayîn û astengiyên li pêşiya namzedbûna wî hatin rakirin.

Endamên DEM Partî, CHP û ÎYÎ Partiyê yên ku di civîna lijneya ji bo Guneş de amade bûn û bi vê dosyayê serî li lijneyê dan, deng dan ku li pêşiya namzetiya Guneş tu astengî nîne.

Hate hînbûn ku namzetê AKP’yî beşdarî civînê nebûye.

NAMZETIYA WÎ ASTENG KIR

Wekî din, du karmend û dadgerên lijneyê ji bo redkirina serlêdanê deng dan.

Hate hînbûn ku namzetiya Kartal ji ber cezayên ku ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û daxuyaniyên berê tevlî bûye, hatiye redkirin.

Lijneyê der barê biryarê de hêj biryara xwe ya bi sedem nedaye. Hate diyarkirin ku parêzerên DEM Partiyê li dijî biryarê şîroveyek nivîsandine.

‘BI ZEXTA AKP’YÊ EV BIRYAR HAT STENDIN’

Piştî biryarê endamên DEM Partiyê li buroya hilbijartinê ya Taxa Sogûtlûyê hatin ba hev. Endamên partiyê bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku beriya niha YSK'ê û lijneyên wê, biryarek bi vî rengî îmze nekirin, lê namzetên wan ên li Îdirê ji aliyê gel ve hatin hezkirin û şansên wan ên serketinê gelekî zêde bûn û ji ber vê yekê serlêdanên wan nehatin qebûlkirin. Endamên partiyê agahî parve kirin ku AKP’ê bi zanebûn beşdarî civîna lijneyê nebûye. Endamên partiyê diyar kirin ku AKP ji ber ku ji bertekên Kurdan ditirse beşdarî civînê nebûye.

Her wiha endamên partiyê diyar kirin ku endamên AKP'ê zextê li endamên lijneyê dikin û ji ber vê yekê heyetê biryareke wiha girtiye.

Endamên partiyê yên ku li ber buroya hilbijartinê li bendê bûn, dan zanîn ku ew ê vê biryarê bibin YSK'ê.

Hat diyarkirin ku serlêdanên namzetên endamên Meclîsa bajêr ê Mehmet Şah, Ahmet Emîn Can, Turan Kaya, Evren Zencî, Yaşar Kalay jî hatine redkirin.