Lijneya Giştî Ya DÎK'ê Dest Pê Kir
2'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), dest pê kir. Di kongreya ku gelek bawermend beşdar bûn de nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin.
2'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), dest pê kir. Di kongreya ku gelek bawermend beşdar bûn de nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin.
2'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), dest pê kir. Di kongreya ku gelek bawermend beşdar bûn de nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Di vekirina kongreyê de Endamê DÎK'ê Fadil Bedirhanoglu, diyar kir ku AKP li Sûr, Cizîr, Sîlopî Nisêbînê wekî li Rojava, Gazze û Beyrutê li dijî mirovahiyê hovîtiyê pêk tînen û wiha got: "Ev êrîş heram û guneh in. Divê bi lezgîn bi dawî bibin."
Piştî êrîşên çeteyan ên di bin navê îslamê de li dijî gelê Rojava zêde bûn, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêşniyar kir ku Kongreya Îslam Demokratîk pêk bê. Li ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 1'emîn kongreya DÎK'ê di 10'ê Gulana 2014'an de li Amedê pêk hat. Piştî 1'emîn kongreya DÎK'ê
li salona Atîlla Îlhan a NÇM'ê ya Akatlar a Beşîktaşê pêk hat. Gelek bawermend û nûnerên saziyên ola îslamê tev li kongreyê bûn. Kongreya ku îro dest pê kir wê 3 rojan berdewam bike. Di lijneya kongreya DÎK'ê de wekilên HDP'ê Huda Kaya, Kadrî Yildirim, Ayhan Bîlgen, Komeleya Protestanên Tirk, Meclisa Stenbolê ya Dayikên Aştiyê, Vakfa Ehlî Beşt, Cemaeta Êzdiyan, Cemaeta Caferî Komeleya Elewiyên Demokratîk û gelek kesên din amade bûn. Di kongreyê de axaftin bi kurdî û tirkî hatin kirin. Lijneyê bi wendina kur-an'ê ya kurdî dest pê kir.
'DİVÊ EM Lİ DİJÎ HEMÛ ZİLMKARAN RAWESTİN'
Berî destpêka kongreyê Cîgirê Şaredarê Beşiktaşê Mehmet Ali Tuy, bal kişand ser aştiya navbera mezheb, bawerî û gelan. Piştre Endamê DÎK'ê Fadil Bedirhanoglu bi kurdî axaftina vekirinê kir û diyar kir ku li Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve şerekî bê kural tê meşandin. Bedîrhanoglu, anî ziman ku zilm ji aliyê kê ve pêk tê bila pêk bê divê her kes li dijî zilmê raweste û wiha got: "Divê em li dijî êrîşên AKP'ê yên li ser jin, ciwan, gel, cenaze, mizgeft û dêran bêdeng nemînin. Li dijî hewldana aştî û demokrasiyê astengiyek mezin heye. Hemû êrîş li dijî mirovahiyê pêk tên. Divê hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Naverast helwest û têkoşînek hevpar bê nîşandan."
Bedîrhanoglu, anî ziman ku AKP'ê li Sur, Cizîr, Silopî û Nisêbînê wekî li şerê Rojava, Gazze û Beyrutê şerekî hovane tê meşandin. Li dijî mafê jiyanê êrîşên hovane hene. Hemû êrîşên ku azadiya mirovan û nirxên mirovahiyê dikin hedef heram û guneh in.
PARÊZERÊ OCALAN BAL KİŞAND SER TECRÎDÊ
Piştre nameya Rêberê PKK'ê Ocalan hat xwendin. Nameya Ocalan a di kongreya 10'ê Gulana 2014'an li vir hat wendin. Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez name xwend. Prz. Bîlmez, berî nameyê bixwîne bal kişand ser tecrida li ser girtiyên Îmraliyê. Bîlmez, da zanîn ku girtiyên Îmraliyê ne li gel malbatên xwe û ne jî li gel parêzerên xwe hevdîtin dikin. Wer xuya ye ku doz siyasî ye, wê çareserî jî siyasî be.
Nameya Ocalan a di kongreya DÎK'ê de hat xwendin wiha ye:
BİRAYÊN MİN ÊN MUMÎN:
Li navendên sereke yên qada Îslamê guhertinek mezin pêk tê. Di vê pêngavê de îxanet û îsyana wê pêk tê. Di ferqa ku ger bikaranîna têgehên “Kurdistan” û “Demokratik” kêm û şaş bên famkirin, wê rê li pêş kêmasiyên din vekin û ji bo ku em rê li pêş şayiyên mezin bigirin û rê li pêş rastiya cewherê wê vekin, di bikaranîna têgehan de neketim nava fikaran.
Bi taybetî du bizavên wekî navendên îslama hatin zanîn û heta îro bi feraseta îxdîdarê ya selefî ya Îrana şia ku bi hişmendiya dewletparêziyê tev digere taxrîbatên mezin bi xwe re anîye. Li hemberî vê yekê bi têgehên demokrasî û gel bilindkirina ala têkoşînê wekî erkekî girêdana cewherê olî diparêzim û qebûl dikim. Li dijî du navendên îxtîdaran ên ku navendênwan dewletparêzin, bi bersivdayîna îslama demokratîk, sincî, politîk û civakî ya navenda wê demokrasî û meskenê niştecihî ye wekî erka vîna bingehîn a kongreyê dibînim û silav dikim.
Herdu bizav jî bi bizavên navendî yên îxtîdar û dewletparêziyê, bi bilindbûna kapitalist emperyalistê pêş ketine. Ev herdû têheg di serdema saltanata serdest de di hilweşîna Împaratoriya Osmanî de bikar anine. Bi taybetî ji ev bizav, ji aliye Împaratoriya Îngîlîstanê ku wekî Hegemona nû ya cihanê ye hat bikar anîn. Hêj jî ev têgeh zêde têbikar anîn.
Di herdu navendan de jî mikropa nijadperestiyê li dijî cewherê ola îslamê hatin bikar anîn. Di avakirina dewletên netew de ji bo pergala Netew Dewletê ava bike têgehên zor ên kapitalist emperyalizma sereke bikar anîn. Bi rêbaza zorê li dijî gelê xwe bi awayekî zalimane bêyî têkevin nava fikaran bikar anîne.
LEWRA FERASETA UMETA ÎSLAMÊ Bİ CEWHERÎ NETEW-DEWLETÊ VE NAPERCİME.
Ji xwe împaratoriya Îngîlîstanê bi boneya umeta îslamê perçe bike netew dewlet pêş xist. Dîsa pîrdoziya wê ya sereke bi zanebûn nijadperesti pêş xist. Ev feraseta nijadperestiyê bi hiş û rahîm (malzarok) a umeta islamê ve pesinand. Di 200 salên dawî de di meskenê îslamê de nirxên gel ên îslamê perçe kirin û tahrîp kirin.
BİRAYÊN MİN ÊN MUMÎN:
Îslam bi rastî li ser navê ol, gerdûniya herî dawî diparêze û nûnertiya olên dawî dike. Hem ji ber ziman û hem jî ji ber felsefeya xwe gernûniyek girîng bi dest xistiye. Di vê yekê de şik û guman tune. Lê tiştê ku ez di vê felsefeyê de herî girîng dibînim jî aliyê “yek" e. Vê yekê dixin meriyetê. Gerdûniya vê yekê xwe di “Yekîtiya Xweda" de bi hêzdarî nîşan dide. Di serê peyvirên me yên bingehîn de bi Nas'ên Xwedê yên ne girêdayî war û demê, weki heman "Yek" yên berpirsiyariya nas'an bên destgirtin û mafê wan teslîmî wan bê kirin. Ez bi têgehek zanîstî bêjim, Divê em pêkanîna şênber a rêgezên giştî bi adîlane û azad bi ser bixin. Dîsa bi şênberî bi tevahî di hemû zindîwaran de û bi taybetî di civakên girêdayî mirovan de li gorî gerdûniya îslamê li gorî nêzîkatiya adilane û azad em pêk Bînin.
DİVÊ MAFÊ EBDAN NEYÊ XWARİN Û ŞARİSTANÎ NEYÊ ECİQANDİN.
Lê ji ber du navendên zalîmane xerabkar ên wekî “hizbullah” û “El Qaîde” yên bi feraseta kapitalist kirine bela umeta îslamê. Ev yek temsîliya faşizma rojane dike. Faşîzm, bi darvekirinê û jêkirina seriyan di serî de gelê Kurdistanê li dijî hemû mirovên musluman û ne musliman pêk tê. Faşîzma nijadperest, otorîter û laik, duh jî û îro jî hêj pêkanînê xwe yên faşizma dewletparêz didomîne. Dîsa oldariya radikal û faşizm bi destê van 2 bizavan pêk tîne û dixe meriyetê.
BİRAYÊN BAWERMENDÊN BİRÊZ;
Tevgera Azadiya Kurdistan wê tu carî nekeve rêşaşiya nijadperest, laîk û otorîter û derdorên xwe wek Îslama rasîqal binav dikin û wê ti carî firsendê jî nedene wan. Ez bawerim ku, tevgera azadiyê ku hun temsîl dikin wê li hember nijadperestî,cînsî,desthilardariya zilam ya kapîtalîst ku xwe wekî zanist binav dike wê ev tevger demorasiya rasîqal û qada azadiyê ew bi xwe bike. Ez banga Bawermendên Îslamiyeta nûjen a “yekîtiya milletê”watedar dibînim. Lê belê ev tu car nayê wateya, yek dewlet, yek millet, yek al’ê.Belovajî di ayetekî de jî derbasdibe,”Ji ber ku hun hev nasbikin,me hun wekî qewmên cûda afirandin”ev hukum bixwe di navxwede PIRANIYA DEMOKRATÎKA WEKHEV Û AZAD di afirîne û û yekîtiya qewmên din ên “yekîtiya milletan”îfade dike. Kongreya we hem ji bo Îslama gerdûnî û hem jî ya takekesî hêviya min ewe ku Yekîtiya Milletan xurt bike û ji pirsgirêkên hîzîbî, mezhebî û tekekesî re nizikatiyên rast derxîne holê. Ez divî mijarê de bawerî û hêviyên xwe dixwazim parve bikim."
Tevgera me ol-laîkê bi hegomanyaya bîrdozî ya rojavayê re naxeniqîne. Li gorî min îslam bi xwe jî olê bi laîkê ve asê bike şaş e. Ev yek tevahiya jiyana di Îslamê de xirab dike. Disa rêgezên Îslamê weke tu wê bêjî modeye li ser kincan dane nasîn ji nêzîkahiyekî pozîtîvîst wêdetir nîn e. Heke îla danasînekî Îslamê ya rojane bêkirin li gorî min çanda îslam a ji hemû kesî re ya herî nêzîk e. Ya bi Çanda Îslamî tê fêmkirin hem a hatî pêkhatin û hem jî tê wateya civaka Îslamî. Em jî birînekin ku şert, şikil û îbadeta îro pêktê ji şertên Îslamê ya destpêkir gelek dûr e. Peyva yekemîn "Bixwîn e" bû. Yanî bi têkildarî fêmkirinê re bû. Ya esas ev e. Ev husus bi rihetî ji bo roja me jî derbasdar e. Ji bo wateya îslama rojane danisandina rastiya civakekî dîrok û rêgezên azad ên demokratîka adîl a civakên îslamê cîhadî ekber û cihadê şuray yanî rexne û renedayîn bê jiyîn e. Bi gotinekî din bi têkoşîna nefsî li dijî hêzên şer ên derveyî her tim nîşandan e.
Birêyên rêzdar, kongreya we li gorî gotinên giştî yên min gotin watedar mayînde be û ji şunda jî sazîbûna wê gelek girîng e. Ev yek peywirek e û li pêşiya me dirawestê. Weke li welatên Îslamê bi giştî hewcehî bi sazîbûnekî îslama nû ya her tim heye. Ji bo ku cemeatên bi bingeha sulta, şîa, selefî û îhvanî yên ji kapîtalîzma kurevî xwe xilasnekirin pêdivî bi sazibûnekî nû heye û ev yek pêvîst e. Helbet çare Îslama Diyanet a fermî nîn e. Îslama Diyaneta Fermî xesandiye. Ev yek îslama nefermî bêwateye û xizmetê li dijî xwe dike û îslamekî karîkatur e. Ji faşîzmê heya lîberalîzmê gelek qadên wê yên xizmetê hene. Ji ber vê yekê rola îslama dijber dilîze. Cemaat hem fermî hem jî bêyîfermî pratîkên îslama dawî li Tirkiyeyê tên ceribandin, civakê li hemberî mînaqên herî desthilatdar, dijminê hawirdorê û talana kapîtalîzmê tîne. Rastiya Îslama adilane, azad û demokratîk alternatîfa wê ye û divê her tim xwe bi wate bike û her tim xwe sazîbûn bike. Navê sazîbûna nû li ser esasên rêxistinê û vînekî vûkuf wê pêk bê û ez dixwazin vi vê mijarê de baweriya xwe bînim.
Herî dawî hinek derdor dixwazin tevgera me weke ateîst, komînîst û meteraylîst bidin nasîn. Mirov dikare ji wan re bêje "koleyên têgehan". Ez dikarim tenê vê yekê bêjim; heke xwezaya civaka îslamî rastiyek be oldar û ateîstê Îslamê çênabe. Ev yek têgeh in. Gelê ku her tim rastî mêtîngerî, êrîş, teknîkên şer ên herî pêşketî yên hemû kapîtalîstên kurevî, gelê kurd incax bi lehengiya weke Hz. Alî pêk bê. Em kevneşopiya îslaam edîl, azad û demokratîk temsîl dikin di vê mijarê de tu gumana min tuneye. Tevgera me ji bo vê îdîayê ji hemû gelên mezlum re parve bike û pêşengiya wê bike jî tu gumana min tuneye.
Keyfxweşiya herî girîng sentezekî tevgerekî Selehadînî ya hemdem û tevgerekî Huseyînî ya hemdem e û çavkaniya îmanê ye. Ez banga parvekirin, vînbûnê û çalakiyê dikim. Bi navê xwendê yê azad û adil ê civakê û deweta yekîtiyê û dixwazim bi yekîtiyê bi bawerin û careke din kongreya we silav dikim."
Piştî name hat xwendin hemû kesên li salonê rabûn ser piyan û li ser piyan li çepikan dan. Li salonê piştî xwendina nameyê silogana "Bê Serok jiyan nabe" bilind bû. Endama DÎK'ê Suheyla Înal name bi kurdî xwend.
Endama Sendîkayên Kedkarên Vakfê û Diyanetê peyam şand û diyar kirin ku ji ber dorpêçkirina polîs û leşkeran nekaribûn beşdarî kongreyê bibin.
Piştre li ser navê tertîba kongreyê Endama DÎK'ê Şimel Begik axaftin kir û bi xwendina ayetên kuranê berdewam kir.
Lijneya Giştî bi axaftinan didome