Ligel ku polîs êrîş dikin jî Nobeta Wijdan û Edaletê didome
Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Îzmîrê dest pê kir. Polîsan êrîşî parlementer û gel kirin.
Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Îzmîrê dest pê kir. Polîsan êrîşî parlementer û gel kirin.
Du kes hatin binçavkirin û nehiştin ku rojnamevan têkevin qada nobetê. Wekîlê Serokatiya HDP’ê Ahmet Yildirim got, “Em dixwazin gelê me piştgiriyê bide me. Em mafdar û xurt in. Em ê teqez bi ser bikevin.”
Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya piştî Amed, Stenbol û Wanê vê carê jî li Îzmîrê dest pê kir. Di nobetê de 2 kes hatin binçavkirin û rojnamevanên ku “Karta wan a çapemeniyê ya serokwezîrtiyê” tunebûn, nehiştin ku têkevin qadê. HDP’ê civîna xwe ya komê li paş bariyerên têlan kir. Polîsan tenê hiştin Ajansa Anadolûyê civînê bişopîne.
‘EM LI BENDA PIŞTGIRIYÊ NE’
Piştî meşa ber bi qada nobetê daxuyaniyeke kurt hate kirin. Wekîlê Serokatiya HDP’ê Ahmet Yildirim diyar kir ku di 20’ê Tîrmehê de bi deklarasyoneke 9 xalan dest pê kirine û got “Em bextewar in ku em li Îzmîrê ne. Îzmîr Tirkiye ye, Tirkiye Îzmîr e. Îzmîrê tu carî piştgirî neda polîtîkaya ku hevserok û parlementer werin girtin. Ji ber vê jî em dixwazin werin serdana me. Em mafdar in û xurt in. Em ê teqez bi ser bikevin.”
Polîsan nehiştin ku nûner herin serdana nobetê û li vê derê 2 kes binçav kirin.
ÇAPEMENIYA AZAD TÊ ASTENGKIRIN
Polîsan ji xeynî Ajansa Anadolûyê û Ajansa Dogan Haberê destûr neda ANF, Dîhaber, Evrensel, Şûkin, PÎRHA û çapemeniyên din ên mûxalîf. Polîsan diyar kirin ku yên ku “karta wan a çapemeniyê ya serokwezîrtiyê” tune be, wê nikaribin têkevin hundir.