Li Zurihê daxwaza azadiya Yuksekdag û wekîlên girtî hate kirin

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Figen Yuksekdag û wekîlên girtî re azadî’  li Zurîh a Swîsreyê çalakiyek hate kirin.

Li pêşiya Parlementoya Kantona Zurîhê li ser banga CDK, ÎTÎF, Atîk, Esû, Kolektîfa Kizil a Mor, Dayikên Aştiyê, Eniya Şoreşger, Meclîsa Jinan a Bêrîtan, PYD, Saziyên ÎDAF, Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF) mîtîngek hate kirin.

Çalakiya bi qasî nîv saetê dom kir dirûşmên daxwaza azadkirina wekîlên girtî hate qîrkirin û belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de li ser doza derbarê Fîgen Yuksekdag û wekîlên din ên girtî agahî hatin parvekirin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Ji bo girtiyên siyasî azadî’ û ‘Ji bo Fîgen Yuksekdag azadî’ hatin qîrkirin.