Li Zongûldak û Osmaniyeyê cînayeta karkeran
Li Zongûldak û Osmaniyeyê cînayeta karkeran
Li Zongûldak û Osmaniyeyê cînayeta karkeran
Li navçeya Zongûldak Kîlîmliyê, ji ber hezaza li kaneke bêdestûr karkerê bi navê Volkan Kûrtoglû jiyana xwe ji dest da. Li kana kromê ya li gundê Akyar ê ser bi navenda Osmaniyeyê di hezaza kana kronê de karker Cûmalî Tataş ê 41 salî jiyana xwe ji dest da.
Li Tirkiyeyê her roj komkujiyên nû tên serê karkeran. Li Zongûldakê ji ber hezaza li kana komirê ya bêdestûr a li navçeya Kîlîmliyê, karkerê bi navê Volkan Kûrtoglû yê 29 salî jiyana xwe ji dest da.
Li kana kromê ya li gundê Akyar ê ser bi navenda Osmaniyeyê, bûyera hezaz rû da. Di bûyerê de karkerê bi navê Cûmalî Tataş ê 41 salî di binê axê de ma û jiyana xwe ji dest da. Karkerek jî birîndar bû.