Li Zapê tevgera balafirên keşfê
Li Zapê tevgera balafirên keşfê
Li Zapê tevgera balafirên keşfê
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk, duh û îro li ser Zapê geriyan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di 7'ê Kanûnê saet di navbera 23:30 û 24:00 û di 8'ê Kanûnê saet di navbera 04:00 û 05:00 de, balafirên keşfê yên artêşa Tirk, li ser Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane û keşif kirine.
Di daxuyaniyê navendê de hat gotin, "Li herêma Cûdî ya Şirnexê, hewldanên nêçirvaniyê ku di mercên zivistanê de zêde bûne, hatiye qedexekirin. Li vê herêmê, hewldanên bi vî rengî sûc tê dîtin."