Ciwanên AKP’ê yên ku xwe weke Platforma Tevgera Tûrancî didin nasandin, êrîş birin ser xwedekarên demokrat, şoerşger ên ku li Zanîngeha Kocaeliyê (KOU) belavok belav dikirin. Platforma Tevgera Tûrancî, li KOU’yê belavok belavkirin. Di heman demê de jî xwendekarên şoreşger-demokrat ên ku belavok belavdikirin rastî koma nîjatperest hatin, heqaret û dijûn li xwendekaran hatin kirin û hewldan ku lînç bikin. Bi mudaxelekirina polîsên çewîk û ewlekarên dibistanê, 34 xwendekarên şoreşger demokrat ên ku hatin derbkirin kelepçe kirin û binçav kirin.
Hat diyarkirin ku xwendekarên ku hatin binaçavkirin ji bo kontrolkirina tendirustiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Seka yê.