Li xeta sînor ji zincîra mirovan hat avakirin
Li xeta sînor ji zincîra mirovan hat avakirin
Li xeta sînor ji zincîra mirovan hat avakirin
Li xeta sînor a Pirsûs û Kobanê, welatiyên di nobeta bexwedanê de ne zincîra mirovahiyê ava kirin.
Ji roja ku êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê destpêkirine heta îro li xeta sînor gel di çalakiya nobetê de û çalakî di roja 52’emîn didome. Gelê ku di nobeta berxwedanê de ye jî zincîra mirovahiyê ava kirin. Berxwedêrên li gundê Miseynterê, di saetên sibê de ji bo zincîra mirovahiyê ava bikin li qada gund hatin cem hev. Welatiyan bi keviran nivîsa YPG û YPJ nivîsin û li vir welatiyan berê xwe dan Kobanê û zincîra mirovahiyê ava kirin. Di dema çalakiya zincîrê de deqeyek rêz hat girtin û welatiyan bi yek dengî ‘Çerxa Şoreşê’ xwend û çalakiya zincîra mirovahiyê bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana YPJ-YPJ’ê’ bi dawî bû.
Piştî çalakiya zincîrê di nav gund de paqijî hat kirin.