Li Wanê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê didome

Xebatên namzetên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomin. Heyetên HDP’ê îro li gelek navçeyên Wanê civînên gel li dar xist û qala girîngiya hilbijartinan kirin.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûazzzez Orhan, Mûrat Sarisaç û Mûkaddes Karakoç li 10 gundên navçeya Tûşbayê bi gel re civiyan. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan banga xwedîderketina sindoqan li gel kir. Piştî axaftinan namzetên parlamenteriyê bi gel re govend gerand.

ARTEMÊTAN

Li gundên Koş û Îşxanîkom yên navçeya Artemêtanê hevşaredara Artêmêtan Rojbîn Sevîl Çetîn ku li cihê wê qayûm hatibû tayînkirin jî di nav de heyeta HDP’ê bi gel re civiyan û têkildarî hilbijartinan agahî dan gel.

ERDÎŞ

Rêveberên navçeya Erdîşê jî li gundan bi gel re civiyan. Rêveberên HDP’ê yên navçeyê banga beşdarbûna nasandina namzetan a sibê kirin û bi gel re têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê gotûbêj kirin.

ÎPEKYOLÛ

Hevşaredara Îpekyolû Berîtan Tayyan ku li cihê wê qeyûm hatibû tayinkirin û rêveberên KCD’ê li gundê Xino (Baklatepe) yê navçeya Erdişê serdana gel kirin û belavok belav kirin.