Li Wanê şerê rantê yê AKP’yiyan

Li Wanê bi nêzikbûna Kongreya Bajêr a AKP’ê, şerê berjewendiyê yê di nav AKP’ê de jî mezintir dibe.

Li Wanê amadekariyên Kongreya Bajêr a AKP’ê didome. A niha Soganda Serokê Bajêr e lê ji bo kongreya nû Îkram Dînçer, Farûk Alpaslan û Vesîm Yavîç jî xwe nîşan didin. Zahir Soganda yê ku niha serokê bajêr e wê di kongreyê de dîsa bibe namzet.

Li Wanê têxistina kar û îhaleyên şaredarî û qeyûman a ji aliyê AKP’ê didome. Piştî hilbijartina sala 2014’an a ku AKP’ê li hemberî BDP’ê têk çûbû, Namzetê Şaredariyê Osman Nûrî Gulaçar humik li Serokê Bajêr Abdûllah Arvas xistibû û piştre jî herdu ji peywirê hatibûn dûrxistin.

Ji bo Kongreya AKP’ê ya Bajêr a ku nêzik dibe şerê di navbera Îkram Dînçer, Farûk Alpaslan, Vesîm Yavîç û Zahir Soganda zêdetir dibe. Ev kesên hanê di nobetên ‘Demokrasî’yê de xwe didan pêş.

ÇEKA XWE NÎŞAN DA

Li gorî agahiyên ji nav AKP’ê hatine wergirtin, di navbera Farûk Alpaslan û Îkram Dînçer de  Farûk Alpaslan çeka xwe derxistiye û daniye ser maseyê. Alpaslan gotiye “Di rojên herî dijwar de ez bi wesayîta xwe daketime kolanan, dema HDP’yiyan êrîşî min kirine hûn li ku bûn? Kes bi qasî min ne girêdayî Serokkomar e.” Dînçer jî gotiye “Dema di sala 2004’an de ev tişt hatin serê me, gelo tu li ku bû? Em ji destpêkê ve girêdayî Serokkomarê xwe ne” û piştre Alpaslan çeka xwe daniye ser maseyê. Alpaslan gotiye “Ez bi vî tiştî girêdayî reîs im” û çavê Dînçer tirsandiye.