Li Wanê polîs kulmek li wekîlê HDP’ê xist
Di çalakiya rûniştinê ya di roja 11’an a li Wanê de polîs kulmek danî wekîlê HDP’ê.
Di çalakiya rûniştinê ya di roja 11’an a li Wanê de polîs kulmek danî wekîlê HDP’ê.
Berxwedana li dijî desterkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dewam dikin. Di çalakiya rûniştinê ya roja 11’an a li Wanê de polîsan xwestin çalakiyan asteng bike.
Dema piştî çalakiya rûniştinê wekîlan xwestin daxuyanî bidin polîsan êrîşî kirin.
Polîs xwest kulmek li Parlementerê Wanê Mûrat Sarisaç bide, lê ji aliyê gel ve hate astengkirin.
Çalakiya li Wanê piştî daxuyaniya çapemeniyê û şûnde bi dawî bû.