Li Wanê nelirêtiya 'bîlboardan'

Hat hînbûn ku AKP'ê bi rêya qeyûmê ku şandibû ser şaredariyê li Wanê nelirêtiya bîlboardan kiriye.

Li Wanê piştî ku qeyûm li ser şaredariyan hate wezîfedarkirin bi îdîaya ku bêûsûlî hatiye kirin îhaleya Mobîlyayên Bajêr (bîlboard) hate betalkirin. Piştî ku îhale hate betalkirin hemû bîlboardên bajêr bi reklamên rêxistinên bajêr û navçeyan ên AKP’ê û qeyûman tijî bûn. Danasîna hemû çalakî û xebatên AKP’ê bi rêya bîlboardan hate kirin.

300 bîlboard, 15 megalîght û 400 raket ji bo reklam û danasîna rêxistinên AKP’ê yên bajar û navçeyan, qeyûman û komeleyên nêzî AKP’ê hatin bikaranîn.

Piştî serdema DBP'ê 6 meh in îhaleya bîlboardan nehatiye kirin û tu biha nehatiye diyarkirin, heke îhale hatiye kirin jî ev pere dikeve bêrîka kê ne diyar e.

Ji bo nelirêtiya 6 mehan a bîlboardan hê ti lêkolîn nehatiye destpêkirin.

'EV MESELEYEKE VEŞARTÎ YE'

Di serîlêdanên ji bo vê meseleyê de rayedarên şaredariyê diyar kirin ku ev meseleyeke veşartî ye û ew ê van agahiyan bi kesên sêyemîn re par ve nekin.