Li Wanê li dijî operasyonên qirkirina siyasî bertek: Em ê serê xwe netewînin!
Rêxistinên Bajêr ên HDP’ê û DBP’ê îro binçavkirina 50 siyasetmedarên Kurd şermezar kir.
Rêxistinên Bajêr ên HDP’ê û DBP’ê îro binçavkirina 50 siyasetmedarên Kurd şermezar kir.
Li avahiya Bajêr a DBP’ê ya Wanê li dijî binavçkirina 50 siyasetmedarên Kurd ku di nav wan de hevserok Mûrat Sarisaç û Sevînç Şeker jî hebûn daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.
BANGA BIHISTYARIYÊ
Di daxuyaniya çapemeniyê de Cîgirê Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Ahmet Aygun got, ên ku dixwazin bi rêbazên klasîk ên çewisandinê dixwazin serî li Kurdan bitewînin wê ti encamê bi dest ve neyênin û ew ê li dijî her cure polîtîkayên zext û zordariyê heta serkeftinê li ber xwe bidin û wiha anî ziman: ‘’Ev qirkirina siyasî ye. Di vê mijarê de me banga bihistyariyê dikin. Heta niha me serê xwe ji wan re berjêr nekir û ji niha û şûn de jî em ê serê xwe berjêr nekin.’’
Wekîla Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî got, berê sibehê derî hatine şikandin, bi ser malan de girtine û tenê ji ber ku siyaseta demokratîk kirine 50 kes hatine binçavkirin. Ozgokçe li djî nehiqûqiyan banga bihistyariyê kir û xwest kesên ku hatine binçavkirin zû serbest werin berdan.