Li Wanê gundî bi derfetên xwe rê ve dikin

Taxên Akbulak, Sarımemet, Dogangun, Dagoren, Suriyol yên girêdayî navçeya Wanê Bêgirî ku dikevin Herêma Karasu, ev 3 roj in rêyên wan girtî ne û heya niha ji aliyê Şaredariya Mezin a Wanê ve ti xebat nehatine destpêkirin.

Li Wanê di rojên dawî de berfek zêde dibare û barina berfê bandora xwe li jiyanê dike. Bi taybet girtina rêyên gundan rewşa jiyanê girantir dike.

Navçeya Bêgirê a Wanê ku girêdayî herêma Karasu ye bi rojane rêyên gundan hatine girtin. Rêyên ku hatine girtin, ji aliyê qeyûmê ku hatî tayinkirin ve nehatine vekirin.

Gundiyên li herêmê bi derfetên xwe rêyên gundan vedikin. Gundiyan dest avêtin bêran û di şertên zehmet yên zivistanê de rêyên ku hatine girtin bi derfetên xwe vedikin.