Li Viyanayê şeva ji bo Atilimê
Li Viyanayê, li ser banga xwendevanên Atilimê, şevek ji bo destekkirina rojnameya Atilimê hat lidarxistin.
Li Viyanayê, li ser banga xwendevanên Atilimê, şevek ji bo destekkirina rojnameya Atilimê hat lidarxistin.
Li Viyanayê, li ser banga xwendevanên Atilimê, şevek ji bo destekkirina rojnameya Atilimê hat lidarxistin. Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir û bi konser, sînevîzyon û axaftinan dewam kir.
Şev di salvegera 3. a Serhildana Gezî de li salona pêşandanê ya ATIGF'ê hat lidarxistin. Kurdo û Koma Arîn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşkirin. Piştre Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan Şaxê Stenbolê Çîçek Otlû ji beşdaran re peyivî û işaret bi rewabûna berxwedana li dijî faşîzmê kir. Otlû di sala 3. a Serhildana Gezî de şehîdên Gezî bibîr anî berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê silav kir. Çîçek Otlû da xuyakirin, li eniya berxwedanê têkoşîna yekbûyî ya gelan mezin bûye û banga xurtkirina vê piştgiriyê kir.
Li dû nîşandana sînevîzyona li ser xebat û dîroka rojnameya Atilimê, Îsmînaz Temel peyivî û işaret bi zexta li çapemeniya azad kir. Temel diyar kir, rojnameya Atilim a serî li ber zextan netewandiye û ji xeta xwe derneketiye, wê her tim rastiyan binivîsîne. Temel spasiya xwendevanên Atilimê yên li Ewropayê kir, ku xwedî li rojnameya xwe derdikevin.
Piştî axaftinan Erdogan Emîr bi zaravayê Zazakî yê Kurdî û zimanê Tirkî hunera xwe pêşkêş kir.
Şevên piştgiriya Atilimê wê di 5'ê Hezîranê de li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê, 11'ê Hezîranê li bajarê Aachen ê Elmanyayê, 19'ê Hezîranê li bajarê Hambûrgê dewam bike.