Li Viyanayê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Di pîrozbahiya Şoreşa Rojava de ya li Viyanayê, peyama “Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşkirina Kobanê re têk çûn, çeteyên dewleta Tirk jî bi êrîşa li ser Efrînê re wê têk biçin” hate dayîn.

Li paytexta Avûstûryayê Viyanayê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Nûnera PYD’ê ya Viyanayê Doktor Sabrî Emmo bi bibîrxistina berxwedêrên 14’ê Tîrmehê dest bi axafitinê kir. Emmo got ku Şoreşa Rojava bi çanda şoreşger a berxwedêrên zindanan re bi ser ket.

Ji Serêkaniyê heta Kobanê, ji Minbicê heta Girê Spî, ji Efrînê heta Reqayê bi berdêlên mezin axa Rojava û Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

‘EW Ê JÎ TÊK BIÇIN’

Emmo got ku: “Beriya niha 6 salan, Kurdan di şerê parvekirina li Sûriyeyê xeta sêyemîn ango şoreşa gelan dan ber xwe. 19’ê Tîrmehê roja îlankirina vê şoreşa dîrokî ye. Di 6 salan de şerekî giran pêk hat. Li hemberî barbarên DAIŞ’ê berxwedaniya Arîn Mîrxanê bi ser ketiye. Îro li Reqayê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê Cenga Mezin didome. Wê Reqa azad bibe. Her ku çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê têk diçin, dewleta Tirk êrîşî Efrînê dike. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşkirina Kobanê re têk çûn, çeteyên dewleta Tirk jî bi êrîşa li ser Efrînê re wê têk biçin.”

Piştre bi muzîka Koma Rojava govend hate gerandin.