Li Viyana û Marsîlyayê tecrîd hate protestokirin

Li paytexta Avûstûrya Viyana û li bajarê Fransa Marsîlyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hate protesto kirin.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyanayê li Ballhaûsplatzê li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan seat 15:00’an kon hate vedan. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, KCK, YPG li pêşiya kon hate daliqandin û standa agahdarkirinê hate vekirin. Têkildarî tecrîda li ser Ocalan belavokên bi zimanê Îngîlîzî û Elmanî hatin belavkirin, çalakiya kon wê heta roja Şemiyê di navbera seat 15:00 – 18:00’an de bidome.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê jî Kurdistanî  ji bo balê bikêşin li ser tecrîda girankî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidarxistin. Çalakiya standê li Qada Vîeûx Port seat 16:00’an de destpêkir û wê 3 roj an bidome. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan hate rakirin, pankarta ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’ hate vekirin û gelek belavok hatin belavkirin.

Çalakî wê 3 roj an her şev bidome û banga beşcdarbûnê li hemû welatparêz û dostan hate kirin.