Li Parîsê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke kon hate lidarxistin.

Ji aliyê endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê ve li Qada Chatlet le hallemê standa agahdarkirinê hate vedan û pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’ hate daliqandin.

Li standa ku welatiyên Fransî û tûrîstan eleqeyek mezin nîşan dan, bi sedan belavokên ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tîne ziman hate belavkirin.

Endamê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Necmettîn Demîralp axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîd bi xwe pêkanîneke der mirovî ye û got: “Ev 20 sal zêdetire li ser Abdullah Ocalan ê ku gelekî weke vîna xwe daye nîşandan tê kirin û ev du sal e agahî jê nayê girtin. Heta azadiya Ocalan wê çalakiya me bidome.”

Çalakiya ji Ocalan re azadî ku li Parîsê hatiye destpêkirin wê heta 9’ê Tebaxê saet 19:00’an li Qada Chatlet le halle dewam bike.