Ji bo azadiya Ocalan li Stackholmê kon hate vedan

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdistaniyan ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet 11:00’an ve çalakiya kon a ku wê 4 rojan dom bike da destpêkirin.

Li konê ku li Qada Norrmalmstorg a li navenda bajar hatî vedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên daxwaza azadiya wî dikin hatin daliqandin. Her wiha çalakvanan di çalakiyê de ji bo azadî û tecrîda li ser Ocalan welatî agahdar kirin. Dem bi dem axaftinên ku qala êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Kurdistan û tecrîda li ser Ocalan dewleta Tirk tehşîr dike hatin kirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Frah Bozcalî di çalakiyê de axivî û bal kişand ku ev 2 sal zêdetir e agahî ji Ocalan nagirin û fikarên xwe yên têkildarî rewş û ewlehiya wî anî ziman. Bozcali got: “Tevî daxwaza bi milyonan mirovan a têkildarî ewlehî û agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin, CPT ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike neketiye nava hewldanan.”

Bozcalî bêdengiya Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropa ya li hember Tecrîda li ser Ocalan rexne kir û got: “Divê li dijî zextên derûnî û fîzîkî yên dewleta Tirk a li ser Îmraliyê bikevin nava teverê û li ber rabin.” Bozcalî ji bo li dijî mercên giran ên tecrîd derkevin bang li endamên Konseya Ewropa kir.

Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisan re statû” hate qîrkirin.

Çalakiya Rûniştinê wê heta şeva Înê her roj saet 11:00 heta 21:00’an li Qada Norrmalmstorgê bidome.

NCKD a Swêdê li dijî êrîşên topyekun ên dewleta Tirk a li ser Kurdistan û gelê Kurd banga têkoşînê û tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan hatine destpêkirin bibin.