Li Ûşakê komên DAIŞ û polîsên Tirk êrîşî xwedekarên welatparêz kirin

Di Kampusa Zanîngeha Ûşakê li ser daxuyanî dayîn komek hevkarên DAIŞ’ê ya li Kampusê, xwedekaran bertek nîşan da.

Di êrîşa li hember xwedekarên welatparêz û demokratîk ya Zanîngeha Uşakê de, 15 xwedekar hat biçavkirin. Di nava kesên ku hatin binçakirin de rojnamevana DÎHA Serfîraz Gezgîn jî heye.

Li Zanîngeha Uşakê, komeke xwendekar bertek nîşanî daxuyaniya koma alîgir a DAIŞ'ê da. Li ser bertekên xwendekaran, koma alîgir a DAIŞ'ê û polîsên Tirk bi hev re êrîşê xwendekarên welatparêz û demokrat kirin. Di encama êrîşê de 15 xwendekar û di nav de jî nûçegîhana DÎHA'yê Serfiraz Gezgîn hatin derp kirin û binçavkirin.